ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-07 09:00:00     *Hevşaredara HDP’ê yê Silopiyê Adalet Fîdan, bal kişand ser tifaqa AKP -MHP'ê ya bi  HUDA - PAR û Partiya Yenîden Refah re û got ku ew HUD -PAR'ê ji berê ve nas dikin û wê têkoşîna jinan ya li heberî vê zîhniyeta dijminên jinan bidome. DÎMEN HEYE   *Hejmara nexweşên Alzheîmer ku ji sedî 50-70’ê nexweşên demansê pêk tê, her diçin zêde dibin. Pispor diyar dikin ku li Tirkiyeyê nêzî 800 hezar nexweşên demansê hene û ji van ji sê kesan du kes Alzheîmer in.   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk der barê her du hilbijartinên pêk hatin de got: “Li dijî ambargoya çapemeniyê me tax bi tax kolan bi kolan xebatên xwe meşandin.Tevî hemû partiyên muxalefetê dengên xwe zêdekirin û serkeftin hedef dikirin bi ser neketin. Lê ya ji dil xwerexnedayîna hilbijartinê kir HDP bû.” DÎMEN HEYE   * Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen, da zanîn ku ji ber zextên Dewleta Tirk wargeh ji hêla Arteşa Iraqê ve hat dorpêçkirin û got: "Tevahiya cîhanê dît ku gel di rojên herî teng de çawa dikare mafê xwe biparêze, li ber xwe bide û bi ser keve." BI DÎMEN    *Koordînatora Parastinî ya CÎSST'ê Berîvan Korkut diyar kir ku 356 hezar girtî li girtîgehan di bin tecrîda giran de tên girtin û wiha got: “Em li 3-4 salên dawî binêrin li girtîgehan krîzek mezin heye. Serlêdan her diçin zêde dibin. Divê êdî çareseriyek pêk bê û binpêkirin bidawî bin.” DÎMEN HEYE   * Akademiya Ma Mûsîc, bi dirûşmeya “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêli” 5’emîn Rojên Ma Musîcê ku dê 3 rojan berdewam bike, dê îro roja yekemîn li Ma Musîc Center ê bê lidarxistin. (19.00) BI DÎMEN