Malbatek hat binçavkirin 2023-06-06 13:22:40     ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan bi ser malan de girtin. Dayik bav û 6 zarokên wan hatin binçavkirin.    Li Cizîra Şirnexê polîsan bi ser malê de girtin. Li Taxa Sûrê ji heman malbatê 8 kes hatin binçavkirin. Dayik bav û 6 zarokên wan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina malbatê nehat hînbûn û ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê.