Dayika Şervana YJA Starê Fatma: Cenazeyê keça xwe dixwazim 2023-06-06 11:09:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriyên Dersim û Meletiyê û ATK’a Stenbolê çend meh in malbataTekmenuray mijûl dikin û cenazeye keça wan şervana YJA Starê Şehrîban nadin wan. Dayika Şehrîbanê Fatma Tekmenûray bertek nîşanî hewlesta serdozgeriyê da û got ku serdozgerî wan mijûl dike. Fatmayê got ku ew cenazeyê keça xwe dixwaze.    Di 24’ê kanûna 2022’yan de li Dersimê di navbera leşker û şervanên YJA Starê û HPG’ê de şerekî dijwar derketibû. Di şer de gerîllayên HPG’ê Zeynal Kuçuk (Şevger Semsûr) û a YJA Starê Şehrîban Tekmenuray (Arjîn Sarya) jiyana xwe ji dest didin û cenazeyê wan radikin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Meletiyê. Piştî demekê bêyî ku agahiyê bidin malbata Tekmenuray cenazeyê Şehrîban û Zeynal li goristana bêkesan a Meletiyê vedişêrin. Li gorî agahiya ku malbata Tekmekuray da; cenazeyê Zeynal ji aliyê malbata wî ve hatiye tespîtkirin û bi amadebûna malbatê hatiye veşartin.   Berovajiyê malbata Zeynal bi tu awayî agahiyê nadin malbata Tekmenuray a ji Şirnexê ku niha li Antalya dijî û cenazeyê keça wan jî di heman rojê de li cem cenazeyê Zeynal vedişêrin. Piştî demekê ku cenazeyê keça wan vedişêrin ji Şaxa TEM’ê ya Antalyayê polis ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê ji malbata Tekmenuray digirin. Di meha adarê de piştî ku HPG şehadeta her du gerîllayan radigihîne malbata Tekmenuray pê dihese ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û ji bo girtina cenazeye keça xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dide.   Cenaze nadin malbatê   Di serlêdana duyemîn de Serdozgeriya Komarê ya Dersimê malbata Tekmenuray aresteyî ATK’a Meletiyê dike. Dema ku malbata Tekmenuray diçe Meletiyê ATK erdhejê hincet nîşan dide û radigihîne  ku tu xizmetê nadin û malbatê aresteyî ATK’a Stenbolê dike. Li ser serlêdanê ATK’a Stenbolê ji malbata Tekmekuray re radigihîne ku mînaka xwînê ya TEM’a Antalyayê girtiye û cenazeye Şehrîbanê hev digirin û malbatê aresteyî Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dike. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, çend meh in bi hinceta ku karê wê yên erdhejê heye malbata Tekmenuray mijûl dike û cenazeyê keça wan radestî wan nake.   Li goristana bêkesan defin kirine   Dayika Şehrîban Tekmenuray Fatma Tekmenuray û apê wê Haci Tekmenuray der barê mijarê de ji Rojnameya Xwebûnê re Axivîn. Apê Şehrîbanê Haci, diyar kir ku piştî pê hesiyane biraziya wî jiyana xwe ji dest daye serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dane û wiha got: “Me ji vir aresteyî ATK’a Meletiyê kirin.  Li Meletiyê em çûn ATK’ê û rayedarek ji me re got, ‘Em di konan de dimînin tiştek li vir nîne. ATK çûye Stenbolê. Em nimreya midur bidin we pê re biaxivin’. Dema em li midur geriyan û me jê re got ku cenazeyê me cenazeyê gerîlla ye, ji me re got ku ew li cenazeyê erdhejê dinêrin. Midur diyar kir ku cenazeyek wiha di destê wan de nîne û got, ‘Divê Dêrsim ji me re nivîs binivisîne. Em wisa bersiv bidin’. Li ser serlêdanên me yên bi israr ATK’a Stenbolê qebûl kir ku testa DNA’ya derketiye û xwînê hev girtiye. Bi alîkariya malbateke semsûrî ku kurê wan bi biraziya min re jiyana xwe ji dest daye me cihê biraziya min tespît kir û jê re gorek çêkir. Em li benda dozgeriya Semsûrê ne ku cenaze bide me.”   Li benda bersiva dozgeriyê ne   Dayik Tekmenuray jî destnîşan kir ku piştî ji TEM’a Antalyayê mînaka xwînê jê girtine 2 meh şûn de agahiya şehadeta keça wê jê re hatiye û wiha got: “Bi rêya malbateke semsûrî me cihê ku keça min lê veşartine tespît kir û jê re goristaneke çêkir. Di cejnê de ez çûm ser gora wê. Malbata semsûrî dema ku cenazeye kurê xwe li morgê tespît kirine li cenazeyê keça min jî nêrîne û ew nas kirine. Dibêjin ku dema kurê wan veşartine cenazeyê keça min jî li cem kurê wan veşartine. Li ser vê agahiyê em dibêjin gora keça min. Belê ne ya wê be jî. Em li benda bersiva dozgeriya Semsûrê ne. Her car ji me re dibêje karê min heye û cenazeyê keça min nadin. Dixwazim cenazeyê keça min zû bidin û bibim li Cizîrê veşêrim.”