ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-06 09:00:00     *5’emîn Rojên Ma Muzîcê ku dê sibê destpê bike, ji perwerdekara Ma Muzîkê Helîn Kiliçarslan, têkildarî mijarê de axivî û anî ziman ku armanca wan ew e ku çand û hunera kurdî bi zarokan re bigihînin pêşerojê û bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameyê bibin. BI DÎMEN    *Li gorî daneyên ajansa me di meha gulanê de 39 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û her wiha mirina 23 jinan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Lêkolînera Dîroka Girtîgehan Anna Clara Basilicò, da zanîn ev ji 27 mehan zêdetir e tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got CPT dewsa daxuyaniyên gumanan kêm bike, bide gumanan zêdetir dike. Anna got:"Tenê kesê ji bo Rojhilata Navîn çareseriyê difikire Ocalan e."   *Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr û rêvebera komeleyê Sosîn Oktay, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Rojeva me ya sereke dê bibe tecrîd û em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN