ROJEVA 05'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-05 09:00:00     * Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel, bal kişand ser planên li hemberî Şengal û Mexmûrê û got: "Li hemberî tifaqa ku li dijî Mexmûr û Şengalê planan çêdike divê em difaqa xwe xurt bikin û rê nedin siyaseta qirêj." BI DÎMEN   *Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Leyla Çît da balkişand ser  nakokiyê nêzîkatiya dewletan a li dijî xweza û ekolojiyê û got bi xerabûna vê hevsengiyê re hemû zindî di bin xetereyê de ne û wiha got: “Heta têkiliya xweza-mirovan rast nebe ne hevsengiya ekolojik ne jî ya aştiya ekolojik wê pêk bê.” BI DÎMEN   *Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ya ku berhema "Rabûna Berî li Gulberojan" a ji çîrok û helbestên nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de pêk tê nirxandin kir wiha got:"Naveroka berhama Rabûna Berî li Gulberojan di dilê mirov de serhildanekê diafirîne. Dema min ev çîrok û helbest xwendin min serhildana gelê kurd tê de dît. " BI DÎMEN