Li Efrînê jinek hat qetilkirin 2023-06-04 21:06:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Maratê ya Efrînê jina bi navê Qedriye elî ya 70 salî  bi guleyên çeteyan hate qetilkirin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ragihand ku di 3’ê  Hezîranê  de jina bi navê Qedriye Elî (70) ya ji gundê Kobaka, li taxa Maratê ya lê dimîne bi guleyên bêserûber hatiye qetilkirin.   Rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê wiha nivisiye: “Qedriye Elî li pêşiya baregeha Emniyat a çeteyên Sultan Mihemed El Fatih ên dewleta Tirk a dagirker li taxa Maratê ya navendê bajêr, jiyana xwe ji dest daye.”   Rêxistinê da zanîn ku Qedriye beyî ku dengê guleyan bê bihîstin, ketiye erdê û ew rakirine nexweşxaneya Avrîn a li Efrîna dagirkirî. Piştre diyar bû ku dema vedigeriya mala xwe bi debanceya bêdeng hatiye kuştin.