Şaxa MEBYA DER'ê ya Êlihê kongreya xwe pêk anî 2023-06-04 16:03:56     ÊLIH - Şaxa MEBYA-DER'ê ya Êlihê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de işaret bi êrîşên li ser cenazeyan hat kirin û wiha hat gotin, "Gelê Kurd paşve gav neavêt û wê navêje."   Şaxa Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER)  a Êlihê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes tevli kongreya ku li Sendîkaya Karkerên Petrol, Kîmya û Kedkariya Lastîkê (Petrol-Îş) a Şaxa Êlihê hat lidarxistin bûn. Li salona kongreyê pankarta bi nivîsa "Em di şexsê şehîdên meha Gulanê d hemû şehîdên têkoşîna xwe bi bîr tînin, şehîdên me rûmeta me ne" hat daliqandin. Kongreya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi xwendina rapora salekê û rapora darayî berdewam kir.   Hevserokê Şaxa MEBYA-DER ê ya Êlihê Horî Acar di kongreyê de axivî û ji nîqaşên hilbijartinê encameke erênî derxist û banga mezinkirina têkoşînê kir.   'Gelê Kurd paşde gav neavêt'   Piştre Hevserokê MEBYA-DER'ê ya Şaxa Amedê Yuksel Elmas axivî û kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û işaret bi polîtîkayên tecrîdê kir. Yuksel diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe berfireh dibe û li her qadê tê dîtin û got, "Gelê me bi mîrateya berxwedanê li dijî zilmê li ber xwe dide. Malbat li dijî konsepta şerê taybet li ber xwe didin. Em hemû kiryarên nemirovane dizanin. 3 kes di gorekê de defin kirin û cenazeyên me di sindoqan de, bi kargoyê şandin. Di şexsê Ekîn Wan de têkoşîna jinê hate hedefgirtin. Li hemberî van êrîşan gelê Kurd bi helwesteke bi rûmet paşve gav neavêt û navêje.”   Piştî axaftinan di hilbijartina ku hat kirin de Zozan Adlîg Acar û Zekî Alphan bûn hevserokên nû yên komeleyê.