ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-04 09:00:00     *Lîsa Çalan a ku di teqîna 5’ê Hezîrana 2015’an de her du lingên xwe winda kir, anî ziman ku 8 sal derbas bû jî hîn edalet pêk nehatiye. Lîsa, ya ku jiyana wê di nav zehmetiyê de derbas dibe, got wê herî zêde bêriya tevgera bê sînor kiriye.  DÎMEN HEYE   * Çapemeniya serdest a mêr a alîgir, jinê li gor pîvanên beden derdixe pêş û kûrkirina newekheviya zayenda civakî jî ji xwe re kiriye peywir. Weşana ji mêr re xizmetê dike gelo wê kengê bidawîbe, nayê zanîn. MEDYA KRÎTÎK