Ji Kongra Star li dijî tecrîdê banga têkoşînê 2023-06-03 21:45:52     NAVENDA NÛÇEYAN- Kongra Star a bajarê Helebê  cezayên dîsplînî yê li Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û tecrîda li ser şermezar kir û bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.   Piştî zêdetirî 2 salan li ser ferzkirina tecrîda girankirî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re, dewleta Tirk a dagirker bi hiceta cezayên dîsplînî, tecrîd û qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din dirêj kir.   Der barê mijarê, Kongra Star a Helebê li pêşiya jêrzemîna 8’ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyek da. Endama rêveberiya komîna şehîd Binefş a Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê Hemîde Îso Hisên bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û partiyan daxuyanî xwend.   Di dauxyaniyê de kongrayê, zihniyeta netewperest a dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike, bi girankirina tecrîdê, nikare vîna gelên bi fikr û feslefeya  Abdullah Ocalan bawer, bişikîne.   Ji fikr û felsefa wî ditirsin   Kongrayê da zanîn ku dewletên kapîtalîst ji fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ditirsin, ji ber ku proje û siyasetên wan tazî dike.   Kongrayê, dirêjkirina dema qedexeya hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heta 6 mehan şermezar kir û daxuyand ku dewleta Tirk bi vê biryarê, dixwaze rê li pêşiya pêkanîna biryara dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ya ji bo ji nû ve darizandina wî û pêkanîna biryara mafê hêviyê, bigire.   ‘Divê têkoşîn bê mezinkirin’   Her wiha kongrayê diyar kir ku dewleta Tirk li hember kurdan bi bin ket û her çiqas hewl bide ku berxwedana gelan û vîna wan a azad têk bibe lê dê bi bin keve mîna di şerê li dijî gerîla û tevgera azadiya Kurdistanê de bi bin ketiye. Kongrayê bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dest keve, têkoşînê mezin bikin.