Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd giran bû 2023-06-03 20:39:42     STENBOL - Di roja ewil a konferansa navneteweyî ya "Pandemî û Girtîgeh" a CÎSST'ê de, hat destnîşankirin ku di  pandemiyê tecrîda li ser girtiyan girantir bûye.   Konferansa bi sernavê "Pandemî û Girtîgeh" a Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê ya Ceza de (CÎSST), ku dê du rojan bidome, li otêleke Beyoglûyê dest pê kir. Ji gelek welatan parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, lêkolîner û pisporên girtîgehan beşdarî roja ewil a konferansê bûn. Konferans bi axaftina Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Pisporê Tiba Edlî Şebnem Korûr Fîncanci dest pê kir.   Şebnemê ji bo pêvajoya pandemiyê got di warê mafan de ji bo me pêvajoyeke pir zehmet bû û destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de guh li girtîgehan nehatiye kirin. Şebnemê anî ziman ku di vê pêvajoyê de girtîgeh hatine îzolekirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane.   Tecrîd girantir bû   Şebneme wiha dirêjî daye: “Di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan polîtîkayeke cihêkariyê esas girtiye. Tekane mekanîzmaya parastin, ew bû ku girtî hatin tecrîdkirin. Em  parêzvanên mafên mirovên dê li dijî binpêkirinên mafan bidomin.”   Rewşa girtîgehên Fransayê   Piştre bi moderetaoriya Doç. Galma Akdenîz a ji Zanîngeha Bîlgiyê rûniştina ewil a bi ser navê "Li cîhanê çi qewimî" dest pê kir. Lêkolîner Charline Becker, têkildarî pêvajoya pandemiyê ya li girtîgehên Farnsayê hin agahî parvekirin. Chalîne da zanîn ku di dema pandemiyê de zêdetirî 70 hezra girtî hebûne û got ku  mudaxile bi derengî hatiye xistin û wezareta Dadê wê gavê gotiye dê eksî bernedin, lê paşê hin kes berdane û got ku lê bi awayekî herêmî pêkanînine newkehev hebûn. Becker bilêv kir ku çendî ku li got "krîteran" liv û tevgerek çêbûbe jî, lê pir hindik kes hatine berdan û got: "Lê mixabin Wezareta Dadê wekî din tu xebat nekirin."   Alessîo Scandûrra ku ji paytexta Roma ya Îtalyayê hat, têkildarî girtîgeha li Antîgoneyê de axivî. Alessîo got: "Li Îtalyayê berdan bi şertî zêde bû. Li girtîgehan çalakiyên protestokirinê çêbûn. 48 serîhildan çêbûn. Li girtîgehekê 13 girtî ji ber dermanên zêde mirin. Gelek eks ji girtîgehan reviya. Pergal ji bo rewşeke lezgîn neamade bû. Guh li qewimînên li girtîgehan nedikirin. Li girtîgehan 10 hezar kes bi qovîdê ketin."   Endama Rêxistina Cîhanê ya Li Dijî ÎŞkenceyê (OMCT) Maryia Kvîtsînskaya jî anî ziman ku pandemî ji bo girtiyên astengdar pir zehmet bûye û got ku gelek dane û binpêkirin nehatin eşkerekirin.   Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ê Stenbolê Umît Efe jî moderatoriya rûniştina duduyan a bi ser navê "Li Tirkiyeyê çi qewimî" kir. Di vê rûniştinê de ewilî ji Zanîngeha Bîlgiyê Derûnnas Galma Akdenîz axivî. Galma diyar kir ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê piştî 2005'an pir zêde bûye û got ku ji sala 2022'yan heya niha nêzî 200 girtîgeh hatine çêkirin û ji bo kêmkirina hejmara girtiyan tu tişt nehatiye kirin. Galma wiha domand: " Destûrên qovîdê hê jî didomin. Niha tê nîqaşkirin ku vê demdirêj û mayinde bikin. Tê gotin ku niha zêdetirî 256 hezar kes girtî ne, lê di nava van de yên ji ber qovîdê bi destûr î hene. Di pandemiyê de hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re hatin sekinandin. Hevdîtinên girtî piştî meha Hezîranê dest pê kiri. Di meha Mijdarê de jî rewş hinekî asayî bû."    Behsa rewşa Îmraliyê kir   Paşê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul axivî. Rengînê jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û got: "Li Îmraliyê tenê hevdîtinek jî bi birêz Abdullah Ocalanî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re nehat kirin. Tenê birêz Ocalan carekê hevdîtina bi rêya telefonê kir. Li Tirkiyeyê di vî warî de Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, di hemû pêvajoyên krîzê de ansetngiyeke mezin e. Di her krîzê de dertê pêşiya me. Em dikarin bibêjin ku berdana bi şertî tê astengkirin."   Koordînatora CÎSTT'ê Berîvan Korkût jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dema pandemiyê de tevdîrên taybet nehatine girtin û ên herî zêde bandor ji bê girtine jî girtiyên biyanî bûne û got: "Hevdîtin nehatin kirin, bi nexweşîneke ku pê nizanibûn re rû bi rû hatin hiştin."