Malbata Şenyaşar dîmenên nexweşxaneyê parve kir 2023-06-03 19:22:36     RIHA - Malbata Şenyaşar, dîmenên piştî komujiyê di derketina nexweşxaneyê de hatine kişandin bi nîşeya ‘Her kes wê li pêş darazê hesabê sûcê mirovahiyê bide’ parve kir.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin û di roja 803’an têkoşîn didome. Emîne Şenyaşar  ji ber nexweşiyê tevlinobetê nebû û parlamenterê partiya Çep a Kesk Ferît Şeynşar nöbet li Enqereyê domand.   ‘Wê hesab bidin’   Malbatê li ser hesabê çapemeniya civakî dîmenên piştî komkujiyê di derketina nexweşxaneyê de hatine kişandin bi nîşeya : “Cih;Pirsûs nexweşxana dewletê. Piştî komkujiyê dîmenê ji nexweşxanê derketinê ye..Sibê wê dîmenên hundirê nexweşxaneyê jî derkeveholê. Wê her kes li pêş darazê hesabê sûcê mirovahiyê bide! Destnedan qedya.” Parve kir.