Têkildarî qetilkirina Hulyayê de der barê 12 polîsan de îdianame 2023-06-03 17:46:11     ÎZMÎR- Der barê qetilkirina Hulya Şellavci Yegen de der barê 12 polîsan de bi hinceta ‘îhmal heye’ bi daxwaza ji 3 mehan heta salekê cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin.   Li navçeya Bornova a Îzmîrê jina bi nave Hulya Şellav ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû Kaffar Yegen ve bi çekê hat qetilkirin. Têkildarî mirina Hulyayê de der barê 12 polîsî de bi hinceta ‘îhmal heye’ bi daxwaza ji 3 mehan heta salekê cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin.   Di îdianameyê de hat diyar kirin ku di biryar adurxistina der barê Kaffar Yegen de hatiye dayîn de tevî gelek îhmal hene, polîs peywira xwe neaniye cih, ferzên peywira xwe îhmalkiriye an jî dereng xistiye.