‘Ji bo dema girtina girtiyan dirêj bidome hincetan diafirînin’ 2023-06-03 09:06:20       Melîke Aydin   ÎZMÎR - Sevda Turgal ya ku 7 sal ceza lê hatibû birîn û tevî dosya li dadgeriyê bû li girtîgehê ceza temam kir, hat tahliyekirin. Sevdayê got lijneyên îdarî yên girtîgehan ji bo pêşî li tahliyeya girtiyan bigirin bi hincetên cuda demê dirêj dikin û got tecrîd her diçe giran dibe divê girtî neyên jibîrkirin.   Sevda Turgal ya li girtîgeha Jinan a Şakranê diman piştî 7 salan şûnde hat tahliyekirin. Cezayê Sevdayê ku hîna biryara wê nehtaibû dayîn hemû ceza li girtîgehê temam kir û piştî tahliyeye balkişand ser binpêkirinên mafan. Sevdayê da zanîn ku divê girtî tenê neyên hiştin.   Sevda ku li Erziromê xwendekara zanîngeha Ataturk bû bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz lê hat vekirin. Di encama dozê de ceza li Sevdayê hat birîn û hat girtin. Parêzeran doz birin Dadgeriyê. Di vê pêvajoyê de ku doz hîna berdewam dikir, Sevdayê cezayê lê hatibû birîn li girtîgehê temam kir.   ‘Wek dadgehê ye lê merciya parastinê tune’   Sevdayê balkişand ser Lijneyên Îdarî yên Girtîgehan ku di çeleya 2020’an de ketiye meriyete û wiha vegot: “Mînak bêjim ji ber hincetên ‘tu avê zêde bikar tînî’, ‘kêm pirtûkan dixwînî’, ‘tu ji civakê re ne amade ye’ girtiyan derdixin lijneyê.  Midûr, dozger, teknisyen, kesên tamîrata muslixan dikin, der barê me de dibin xwedî maf. Psîkolog hene, civaknas hene. Dema nû derket me nizanibû çiye. Çend hevalên me derketin. Wek dadgehekê ye lê merciya parastinê tune. Li vir merciya îdiayê heye. Dibêjin ji civakê re ne amade ne. Mijareke bi nîqaş e.”   ‘Poşmanî tê ferzkirin’   Sevdayê da zanîn ku yên ewil derketin lijneyê tahliya wan hat taloqkirin û wiha dirêjî daye: “Ez jî yek ji van girtiya me. Piştre dîsa derixistin lijneyê. Girtiyên tehliya wan diqedin derdixin van lijneyan. Ev mirovan nerehet dike. Mirovên evqas dem bêyî hincet girtî dimînin, der barê jiyana van mirovan de mekanîzmayên biryarê didin tên avakirin. Min nexwest ev vê strese bijîm. Poşmaniya çi, ceza qediyaye. 8 mehan ya min dirêj kirin. Girtî ji ber van lijneyan gelek pirsgirêkan dijîn.”   ‘Derketina lijneyê red kir’   Sevdayê destnîşan kir ku beriya bê tahliyekirin bi psikolog re hevdîtin kiriye û jê pirsên wekê ‘tu li derve wê çi bikî, bi malbatê re dimînî an na’  kirine. Sevdayê wiha daxuyand: “Mirovên 30 sale girtîne hene. Ez 7 salan mam. 7 salan de pir tişt guherî. Ez nizanim çi bikim, ev ne tiştekî 5 deqeyan de bê diyarkirinê ye. Hevîtina me ya bi psikolog re ev bû. Bi israr gotin derkeve lijneyê. Lê derneketim. Ez 8 mehan zêde razam.”   ‘Tecrîda giran didome’   Sevdayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di 6’ê cotmeha 2021’ê de operasyone li girtîgehan hat kirin. Gardiyan û cenderme ketin koxuşan. Em ji koxuşan hatin derxistin û em xistin koxuşên din. Piştre 50 girtî di yek koxuşekê de man. Ji ber şertên tenduristiyê nav de yek koxuşa FETO’yiyan bû em xistin di koxuşan. Ez demekê derketim turnuvaya voleybolê. Îsal dest pê kir. Me hevalên xwe wisa didîtin. Koxuşa ez lê dimam 14 kes bû. Yên nû dihatin hebûn. Pandemiyê tecrîd afirand û piştre tecrîdê berdewam kir. Pirtûk bi hejmar didan. Kovarên ji derve dihatin nedidan.”   ‘Lijne ji bo kesên demek dirêje girtîne wê bibe pirsgirêk’   Sevdayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Girtiyên demek dirêje girtîne pirsgirêkên wan yên tenduristiyê yên cidî hene. Rîska ku nexweşiyên din derkevin hene. Ji bo hevalên demek dirêje girtîne, lijne dibe pirsgirêkek mezin. Hevalek me heye wê meha Tîrmehê de bê berdan. Lê nezelalî hene. Dibe ku dirêj bikin. Dibe ku tahliye nekin. Ez banga hestiyariyê li hemû malbat û gel dikim ku der barê rewş agirtiyan de bêdeng neminin û girtiyan tenê nehêlin.”