Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li hemberî dorpêçkirinê didome 2023-06-03 08:59:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 15 roj in berdewam dike. Leşkerên Iraqê hîna dora wargehê bernedane û gel jî di binê konan de nobeda xwe berdewam dike.   Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 15 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.   Xelkê wargehê 15 roj in bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne. Her wiha leşkerên Iraqê jî bi israr in û hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.   Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heya niha ev berxwedan dewam dike.   Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.