Hejmara nû ya Newaya Jin derket 2023-06-02 09:06:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manşeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.   Ronahî Serhad di gotara xwe de ya li kovarê hate weşandin, pêngava beriya 8'ê Adarê ya ji aliyê Tevgera Jinê ya Kurd ve hate destpêkirin, nirxand. Ronahî Serhad pêngav weke hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkên civakî pênase kir.   Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo jî di hevpeyvînekê de qala bandora pêngavê ya li Rojava kir.   Peyamên di konferansê de hatin dayin   Havîn Guneşer jî encamên konferansa 4'emîn ku ji aliyê Tevna Lêgerîna Alternatîf ve hate lidarxistin bi rengê dosyayeke berfireh parve kir.   Leyla Amed û Gulçiya Gabar   Rojnameyê cih da daxuyaniyên Koordînasyona PAJK'ê yên têkildarî ji fermandarên têkoşerên azadiyê Gulçiya Gabar ku 29'ê Nîsana 2019'an li Garê jiyana xwe ji dest dabû û Leyla Amed ku 23'yê Çileya 2023'yan li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû.   Zîlan û xeta têkoşînê   Di beşa portreyê de bi wesîleya meha Hezîranê çîroka jiyanê, têkoşîna Zîlan-Zeynep Kinaci û wateya çalakiya wê ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate vegotin.   Analîzên li ser encamên hilbijartinê    Analîzên têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê di hejmara Hezîranê ya rojnameyê de hatin weşandin. Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dersimê Ayten Kordû û analîza Roza Metîna ya li ser encamên hilbijartinê.   Fêhmkirina Maria Mîes    Analîza têkildarî ekofemînîst, sosyalîst û ekolojîst Marîa Mîes ku 15'ê Gulana 2023'yan jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Hêja Zerya ve bi sernavê 'Fêhmkirina Marîa Mîes' hate şîrovekirin. Fîdan Yildirim jî bi sernavê 'Pêşenga ekofemînîzmê' biyografiya Mîes parve kir.