Li Taxa Şêxmeqsûdê Radyoya Şehba FM hat vekirin 2023-06-01 13:55:31       HELEB - Îro li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê cara yekem piştî şer û pevçûnên giran bi ser taxê de hatin radyo di taxê de hat vekirin.   Radyoya bi navê Şehba FM li Taxa Şêxmeqsûdê li milê Şerqîya taxê hat vekirin. Ev radyo nûçeyan bi Zimanê Kurdî û Erebî diweşîne. Pêla wê 107,5 e. Her wiha ji aliyê xwe ve endama radyoya Şehba FM beşa kurdî Diyala Ebdî ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman: “Ev roja yekem a vekirina Radiyoya Şehbayê ye. Di destpêkê de em vekirina radyoya xwe diyarî giyanê pakrewanên nemir dikin û diyarî malbata pakrewanan jî dikin.   'Nûçeyên berfireh wê bi zimanê kurdî û erebî bên weşandin'   Diyala di axaftina xwe de wiha got: “Radyo Şehba ji demijmêra 8'ê sibehê heyanî 8'ê êvarê û bernemeya Rojbaş jî wê di seat 8'ê sibehê de dest pê bike her di bernemeya Rojbaş de wê rewşa hewayê her wiha kurtenûçe wê were weşandin. Her wiha nûçeyên berfireh wê bi zimanê kurdî û erebî bên weşandin.   'Radyoya me radyoya dengê gel û azadiyê ye'   Di dawiya axaftina xwe de Diyala got:"Em hewl didin di demên pêş de ne tenê bernemeya Rojbaş em bernameyên siyasî civakî, jin û ciwanan di Radyoya Şehba de biweşînin. Radyoya me radyoya dengê gel û azadiyê ye."