Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 13'an de didome 2023-06-01 08:55:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana Penaberên Wargeha Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 13 roj in bê navber dewam dike. Leşkerên Iraqê hîna dora wargehê bernedane.   Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heta niha ango 13 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.   Xelkê wargehê 13 roj in şev û roj di nava berxwedanê de ne, her wiha leşkerên Iraqê jî bi israr e û 13 roj in her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.   Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heta siharê nobed girtin û heta niha ev berxwedan dewam dike.   Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.