Doza GOÇÎZDER'ê hat taloqkirin 2023-05-31 16:30:03     STENBOL - Di danişîna doza têkildarî girtina GOÇÎZDER’ê de daxwaza dozger a “ji bo tedbîrê bila xebatên wê bên sekinandin” nehate qebûlkirin.    Duyemîn danişîna doza girtinê ya derbarê Komeleya Şopandin û Koçê (GOÇÎZDER) ya 17 endam û rêveberên wê ji ber xebatên têkildarî kesên bi darê zorê ji cihên xwe bûne hatin girtin, li 15’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê hate dîtin. Parêzerên komeleyê Ahmet Baran Çelîk beşdarî danişînê bû.    Prz. Baran Çelîk bi bîr xist ku hemû endam û rêveberên komeleyê hatin berdan. Çelîk ê qala hincetên têkildarî girtina komeleyê kirin, hincet weke “manîpulatîf” nirxandin. Çelîk ê li dijî daxwaza dozger a têkildarî rawestandina xebatên komeleyê derket, anî ziman ku darizandina girtinên ji bo rawestandina xebatan weke hincet tê nîşandan didome. Baran xwest daxwaza neyê qebûlkirin û li benda encama darizandinê bê sekinîn.”   Dadger xwest ku aqûbeta dozê ya derbarê komeleyê de li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê didome bê pirsîn. Dadger ji ber vê yekê daxwaza dozger qebûl nekir û doz taloqî 20’ê cotmehê kir.