Ji KCDK-E’yê ji bo Mexmûrê bang 2023-05-31 10:37:46     NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dorpêçkirinê yên li ser Mexmûrê dewam dikin, divê li her cihê ku nûnertiyên Iraqê lêne, çalakî werin lidarxistin û her kes ji bo Mexmûrê seferber bibe.   Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) têkildarî dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem CûdÎ ( Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da. KCDK-E’yê diyar kir ku xelkê Mexmûrê tim li dijî êrîşa qirker bûye û canê xwe kiriye mertal û 11 roj in ku bêyî sekin li ber xwe dide. KCDK-E’yê anî ziman ku li Mexmûrê xelk bi giştî, jin, ciwan û pîr li ser pêyan e û banga çalakiyan kir.   Daxuyaniya KCDK -E'yê wiha ye:   “Ji bo astengkirina dorpêçê xelkê Mexmûrê canê xwe dike mertal û li ber xwe dide. Vî xelkî ji ber zilma dewleta Tirk terka axa xwe kiriye û li Wargeha Mexmûrê dijî. Wargeh tevî ku di bin Kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, êrîş lê tên kirin. Her kesê li Wargeha Mexmûrê dijî rû bi rûyê xetereyeke cidî ye.   Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî êrîşên Wargeha Mexmûrê nabe ku mirov qebûl bike. Wargeha Mexmûrê, wargeheke sivîl e û di bin venihêrîna NY’yê de ye û lewma divê NY demildest dest di vê rewş wer bide. Ji ber wê em rasterast bang li NY’yê dikin.  Em KCDK-E’yê bang li NY’yê dikin ku bi erka xwe rabibe.   Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, PDK’ya hevkar û hikûmeta Iraqê dor lê girtiye. Hikûmeta Iraqê ku dixwaze dora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan digire û dixwaz îzole û qir bike, ji 20’ê Gulanê ve gefên cidî li xelkê wargehê dixwe.   Tevî raperîn û bertekên xelkê, xetere her ku diçe zêde dibe. Malbata Barzanî ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve girêdayî ye, dibe hevkarê vî planê qirêjî. Bi êrîşên dewleta Tirk û dorpêçkirina Malbata Barzaniyan a hevpar, tecrîd û îzolasyonê ji xwe re dikin armanc ku Mexmûr veguhere girtîgehê.   Xelkê Mexmûrê, wek her car li dijî vê êrîşa qirker canê xwe kiriye mertal û bi pêşengtiya Meclisa Gel a Mexmûrê, zarok, jin, ciwan û pîr li ber xwe didin.”   Banga çalakiyan   KCDK-E’yê, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:   “Em berxwedana rûmetyar a xelkê Mexmûrê ya li dijî qirkirinê silav dikin, me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku li xelkê Mexmûrê bibin xwedî. Me bang ew e ku li her cihê em lê ne berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin û bila her kes dewleta Tirk û PDK’ya hevkar û rejîma Iraqê teşhîr bike.”