Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêçê didome 2023-05-31 09:38:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça wargehê 12 rojin bê navber dewam dike.  Lê li gel vê berxwedanê jî leşkerên Iraqê dora wargehê bernedane.   Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan ava bike. Ji roja destpêkê heta niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.   Xelkê wargehê 12 rojin bi şev û roj di nava berxwedanê de ne, 12 rojin Leşkerên Iraqê bi israrin û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.   Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heta siharê nobed girtin û heta niha ev berxwedan dewam dike.