‘Em ê ji bo rojnamegeran bi hev re têbikoşin’ 2023-05-31 09:02:34     Şehrîban Aslan   DÎLOK - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dîlokê Sevda Karaca zextên li ser rojnamegeran û girtina wan. Sevdayê diyar kir ku têkoşîna rojnamegeran a nivîsandina heqîqetê û edeletê di nav hev de ye û got ji bo rojnamerên Kurd bên berdan wê li meclîsê û her derê têkoşînê bide.   Di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin û rûniştina yekem wê 11’ê tîrmehê bê kirin.    İdianameya Safiye Algaş jî beriya cejnê hat amadekirin û 11 meh şûnde di rojên borî de ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Safiye jî di 13’yemîn meha girtin axwe ya 15’ê hezîranê de wê rûniştina wê ya yekemîn bê dîtin.    Di 25’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran jî di 16’ê gulanê de hat dîtin.    Di roja Azadiya Çapemeniyê de girtin    Di 25’ê nîsanê de navenda wê Amed di operaysonên qirkirina siyasî de 150 kes hatin binçavkirin û gelek rojnameger jî di nav de hebûn. Ji 192 kesên hatin binçavkirin 52 hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de nûçegîhana me Berîtan Canozer, edîtorê MA 'yê Abdurahman Gok, rojnameger Mehmetşah Oruç, Remziye Akkaya û Mîkaîl Barut hebûn.    Di sibeha 29’ê Nîsanê de di operasyona navenda wê Enqere bû de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin.   Di runştina yekemîn de hatin tahliyekirin   Di runiştina 16’ê Gulanê ya rojnamegerên di 29’ê cotmeha 2022’an de hatibûn girtin de  9 rojnameger hatin tahliyekirin. Xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam Hamdullah Bayram ji ber dosyayek din nehat berdan. Runiştina Safiye Alagaş wê di 15’ê Hezîranê de û ya 15 rojnamegerên din jî di 11’ê Tîrmehê de li Amedê bê dîtin.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dîlokê Sevda Karaca zextên li ser rojnamegeran nirxandin.   'Ji salên 90’î heta niha zext hene'   Sevdayê da zanîn ku her tim zext li hember rojnamegeran hebûye û bi taybet bi armanca çavtirsandinê li ser muxalîfan zext zede ne. Sevdayê wiha got: “Bi taybet li ser rojnamegerên Kurd zextên pir cidî hene. Bi armanca pêşî li deng, gotin û têkoşîna gelê Kurd bê girtin li ser çapemeniya Kurd zext tên meşandin. Ev zext ji salên 90’î de didomin.  Li bajarên herêmê gelek rojnameger hatin qeitkirin. Gelek rojnameger ji aliyê hêzên hîzbulkontra ve hatin qetilkirin. Ji aliye JÎTEM’ê ve hatin qetilkirin.”   ‘Dixwazin çavtirsandî bikin’   Sevdayê wiha dirêjî daye: “Di pêvajoyên hilbijartinê de ev zext zêdetir dibin. Bi ser malan de tê girtin. Di vê pêvajoyê de jî me ev pir zelal dît. Ev jî nîşan dide ku bi van operasyonan hewl didin çavên gelan bitirsînin. Ez jî bi slaan di qada çepemeniyê de xebitîm, min rojnamegerî kir. Min jî ev pêvajo dît. Gelek hevalên me di girtîgehan de bi mehan li benda îdianameyan man. Li vî welatî hiqûq di laboraturava dijhiqûqiyê de maye. Wek cerebe jî rojnamgerên Kurd tên bikaranîn.”   ‘Rojnamegerên jin bûn parçeyê têkoşîna jinan’   Sevdayê daxuyakirin ku barê giran yê polîtîka şer ya li Kurdistanê jin dikşînin û wiha domand: “Ne hewceyê vegotinê ye. Ev di navîna jiyana me de pêk hatin. Ev pêvajo ji bo me betalî, tundî û xizanî bûn.  Ev hat wateya koçberbûnê. Ev hat wateya tundiyê. Ji bo jinên Kurd hebûna rojnamegerên jin ên Kurd gelek girîng ge.  Rojnamegerên jin bûn parçeyeke têkoşîna jinên Kurd. Bi saya rojnamegerên jin rastî derketin holê.”   ‘Divê em li dijî van êrîşan bin’   Sevdayê destnîşan kir ku li dijî qadên hêza bi rêxistinkirî ya rojnamegerên Kurd êrîş heye û wiha domand: “Mînak rojnamegerên di qada xwe de serkeftî  Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, edîtorê MA'yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz jî di nav de gelek hevpîşeyên me hatin giritn. Ev êrîş li dijî piştevaniya faliyetên pîşeyî tê kirin. Lê divê em li dijî van êrîşên rêxistinkirî bi hev re têbikoşin. Divê em li dijî van êrîşan bin. Rojnamegerên girtî yên li bende îdianameyan hene. di serî de şopandina dozên hevalên xwe li dijî zextên li hember rojnamgeran em ê li Meclîsê berpirsyariya xwe bînin cih.”   ‘Em ê biserkevin’   Sevdayê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji bo hemû rojnamegerên Kurd bên berdan, ji nû ve gotina xw bêjin, heqîqetê binivîsin divê em têkoşîna aedeletê bidin.  Hem li meclîs û hem jî li hemû qadên têkoşînê em ê bi hev re têkoşîna xwe bidin. Em destur nadin bêhêvîtiyê, em ê bi ser kevin. Ez ji bo runitşina 15’ê Hezîran û 11’ê Tîrmehê ya rojnamegeran banga piştevaniyê dikim.”