'Mafê jiyanê yê girtiyan di ser sûc re ye' 2023-05-31 09:01:00     Elfazî Toral    WAN - Parêzer Sunay Ozemre balkişand ser pêkanînên sistematîk yên li ser girtiyên nexweş û got: “Piştguhkirina mafê girtiyên nexweş ne hiqûqî ye. Li hemû welatan mafê tenduristî û jiyanê di ser sûc re ye.”   Li girtîgehan ji ber pêkanînên sistematik rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 2022’yan de 78, di 2023’yan de ji serê salê heta niha 15 girtiyiyan jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî daneyên  ÎHD’ê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Herî dawî girtiyê bi navê Abdulhalîm Kirtay ku 30 sal bû girtî bû di 22’yê Adarê de hat berdan û di 12’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê bi navê Behçet Kaplan jî di 2014’an de hat girtin 15 sal ceza lê hat birîn û 9 sal bû girtî bû. Behçet di 15’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.   Parêzer Sunay Ozemre der barê binpêkirinên mafan û rewşa agirtiyan de axivî.   ‘Divê wekhev tevbigerin’    Sunayê da zanîn ku li girtîgehan qadên bê parastinin hene û divê li girtîgehan hinek tedbîr bên girtin û wiha dirêjî dayê: “Li hembre girtiyên nexweş sererastkirinek tune ye. Mixabin bi taybet ji bo girtiyên nexweş tedbîr nayê girtin. Divê der barê van de sererastkirinên pêwist bên kirin. Divê ev sererastkirin ne tenê ji bo sûcekî divê ji bo hemû girtiyan wekhev bê kirin.”   ‘Girtî bi awayekî kêfî tên girtin’   Sunayê daxuyakirin ku li hember girtiyan pêkanînên kêfî mijara gotinê ne û girtî di bin şertên giran de tên girtin û wiha dirêjî daye: “Li şûna ku girtiyên nexweş  rewşa wan bê nirxandin û wisa tedbîr bên girtin, mixabin bi awayekî kêfî tevdigerin. Ev jî dibe sedema binpêkirina mafan.”   Ji bo parêzvanên maf bang   Sunayê bal kişand ser binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên nexweş û wiha bi lêv kir: “Ev binpêkirinên maf rê li ber  sînorkirina hemû mafê jiyanê yê kes digire. Girtî ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Ez di vê mijarê de bang li parêzvanên mafên mirovan dikim. Jiyana girtiyan ji her tiştî bi nirxtir e. Girtîyên mafdare an ne mafdare tune ne. Divê li ser mafê jiyan û tenduristiya girtiyan bê sekinandin. Ji bo mafê jiyana girtiyên nexweş divê mevzuatên nû bên derxistin. Divê demildest rewşa girtiyên nexweş bikin rojeva xwe. Ez piştguhkirina rewşa girtiyên nexweş ne hiqûq ne jî wijdanî rast nabînim. Mafê jiyan û tenduristiya girtiyan di ser sûc re ye.”   ‘Berpirsyariya me heye’   Sunayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê mafê jiyana hemû girtiyan bê parastin û wiha dawî lê anî: “Berpirsyariya me ya ku em mafê jiyana girtiyan biparêzin heye. Divê mafê jiyan û tenduristiya  girtiyan bê parastin. Divê mafê tenduristiya girtiyan neyê piştguhkirin. Mixabin di vê mijarê de tu tiştek nayê kirin. Divê girtiyên nexweş li girtîgehan neminin.”