Nursel Aydogan: Li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin divê 2023-05-30 09:05:23     Dîlan Babat   ANKARA - Siyasetmedar Nursel Aydogan a ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand, diyar kir ku têkoşîneke mezin neyê dayîn wê tecrîd hîn kûrtir bibe û dewam bike. Nurselê ev peyam da, "Ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserî nemîne ez bang li kesên ku pirsgirêk afrandine jî dikim û dibêjim divê em vê salê bêhtir ji bo çareseriyê bixebitin."    Tecrîda mayînde li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, dewam dike. Her ku 27 meh in hemû serlêdanên ku tên kirin bêbersiv tên hiştin, fikarên li ser tenduristiya Abdullah Ocalan zêde dibin. Di nava 27 mehan de bi sedan parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê her tim fikarên xwe yên li hemberî muwekîlên xwe anîn ziman û di sala 2021'ê de 4 caran, di sala 2022'an de jî 3 caran, geşedanên li Îmraliyê jî di nav de bi giştî 7 caran pirsgirêk ji CPT'yê re jî ragihandin. Heyeta CPT ku di sala 2021’ê de hat Tirkiyeyê, li gelek girtîgehên Tirkiyeyê geriya, tecrîda mayînde nedîtin û neçûn girtîgeha Îmraliyê.   Serlêdan bêbersiv tên hiştin   Dema ku ev nêzîkatiya CPT bû sedema bertekan, saziyên hiqûqa navneteweyî ji bo ku CPT biçe Girtîgeha Îmraliyê serlêdan kirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi bang û tevgera saziyên navneteweyî re û saziyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê re, têkildarî rewşa muwekilê xwe Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de ye û agahî jê nayê girtin, serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan û bangawaziya "Çalakiya lezgîn" kirin.  Heyeta CPT ya di sala 2022'an de hat Tirkiyeyê jî diyar kir ku yek ji girtîgehên ku ew ê biçinê Îmralî ye. Piştî serdana CPT’yê ya Girtîgeha Îmraliyê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku wan bihîstiye ku Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê û hemû serlêdanên parêzer û malbatan jî bê encam dimînin.   Siyasetmedar Nursel Aydogan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.   'AKP û MHP naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe' Nurselê, anî ziman ku ew bi rewşek ku di dîroka mirovahiyê ya cîhanê de nedîtî re rû bi rû ne û destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê ji şert û mercên pergala "Aparteît" ku Nelson Mandela 27 sal in di girtîgehê de hişt, girantir e. Nurselê wiha axaftina xwe dewam kir, “Mafê wî hebû ku ji 6 mehan carekê bi parêzer û malbat xwe re hevdîtinê bike. Helbet giraniya rewşa Îmraliyê; li gel ku bi giraniya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, her wiha bi têkoşîna gelê Kurd û ya bindestan ve jî girêdayî ye. Beriya her tiştî dewleta ku îro nûnertiya wê, hikûmeta AKP û MHP’ê dikin, naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayê aştiyane û bi rêbazên diyalogê çareser bike. Ji ber ku di navbera salên 2013 û 2015'an de di vê rêbaza xwe de bi ser neket û bi kêrî wan nehat . Di pêvajoya çareseriyê de pêşketina hinek demokrasiyê hişt ku ew bi serê xwe nebin desthilatdar. Ji bo AKP-MHP'ê ku desthilatdariyê di ser aştî, bawerî û aştiya welat re dibîne, êdî li şûna çareseriyê polîtîkaya neçareseriyê heye. Çi dixwazin bikin; ew e ku dixwazin polîtîkaya tasfiye û îmhayê temam bikin, ji neçarî çend gavên ku divê bên avêtin biavêjin û bibêjin 'me bê muxatab ev mesele çareser kir'. Ji ber ku desthilatdar tu carî naxwazin gelên bindest nebêjin 'em bi têkoşîn û berxwedanê bi ser ketin' û ev rewş ji bo gelên bindest ên cîhanê nebe mînak. Ya ku tê xwestin bê kirin tam ev e. Ji ber vê yekê di van du salên dawîn de ev tecrîda ku  25 sal in dewam dike veguheriye rewşa bêserûberiya têkiliyan."   'Ger têkoşîneke mezin neyê dayîn wê tecrîd bidome'   Nurselê diyar kir ku têkoşîna demokratîk a gelek beşên civakê ji bo rakirina tecrîda ku ew weke sûcê mirovahiyê dibînin, dewam dike û destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Meclîsê ye jî di vî warî de têkoşînê dide. Nursel got, “Şert û mercan dide zoarê, Lê ti encam nayê girtin. Wusa dixuye ku heta li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin neyê dayîn ev rewş wê bidome. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwazin peyama “Berî her tiştî hûn ê dest ji vê têkoşînê berdin ji ber ku hûn encam nagirin” bidin gelê Kurd. Dixwazin hesasiyet û refleksan kêm bikin, gel Îmraliyê ji bîr bike û mijara çareserî û muxatabiyê ji rojevê derxînin. Lê ma dikare bi ser kev? Tevî ku operasyonên tasfiyeyê yên ji sala 2015'an û vir ve didomin jî ji rojeva gelê Kurd û kesên çareserî û aştiyê dixwazin nikare mijarê derxîne û bi ser nakeve. Piştî wê jî wê têkoşîn vê diyar bike û wê bi ser nekevin. Rewşa Birêz Ocalan ku ev 27 meh in ji aliyê hemû Saziyên Mafên Mirovan ên cîhanê ve jî tê dîtin ku di bin tecrîdê de ye, weke rewşa bêserûberiya mutleq a ragihandinê tê binavkirin.”   'CPT ne serbixwe ye'   Nurselê anî ziman ku pirsgirêka Kurd di heman demê de bûye pirsgirêka Rojhilata Navîn û Yekîtiya Ewropayê jî, biryarên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku girêdayî Komîsyona Ewropayê ye, nikare xweseriya biryarên dide biparêze. Nurselê got, “Mînak CPT dikare bi bandortir bibe, bi hêza xwe ya ji bo pêkanîna biryarên Konseya Ewropayê (KE) li ser Tirkiyeyê ferz bike, dikare tecrîdê bi dawî bike. Lê di pratîkê de bi jiyana bi hev re em hîn bûn ku tevî hewldanên partiyên ku di nava AKP'ê de ne û dostên gelê Kurd in jî encameke tê xwestin nayê bidestxistin. Lê belê divê têkoşîn bê navber bidome. Ji ber ku tu siyaset ne mayînde ye û dikare biguhere. Yekîtiya Ewropa jî wê polîtîkaya xwe ya heyî ya di encama têkoşîna bênavber a gelê Kurd de binirxîne."   'Lihevkirinek heye'   Nursel bi bîr xist ku hikûmeta AKP û MHP’ê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û saziyên navneteweyî yên wekî Konseya Ewropa (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi cih neanîne û got, “Lê belê ne Neteweyên Yekbûyî. YE jî ku endamê wê ye, li ser biryarên ku nayên cîbicîkirin û hikûmet jî pêk nayîne, ji ber ku nayê cezakirin bi zanebûna tecrîdê didomîne. Ev encam bi rastî nîşan dide ku ji ber sedemên ku min li jor hewl da ku rave bikim lihevkirinek heye. Helbet pirsgirêka kurd, ku ev 100 sal in didome û bi Peymana Lozanê re pirsgirêkeke ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ava kirine, heye. Ji  bo ku pirsgirêka Kurd a ku 100 sal in berdewam dike, bê çareserî nemîne, divê em îsal bang li hêzên ku pirsgirêk afirandine jî bikin û jî ji bo çareseriyê zêdetir hewl bidin. Eşkere ye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer nayê bidawîkirin, bi polîtîkaya îmhayê ya ku 8 sal in tê meşandin jî encamek nehatiye girtin. Ya ku divê bê kirin ew e ku tecrîda mayînde a li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bibe û bi diyalog û muzakereyê deriyê çareseriyê vebe. Rêbazêndin jî yên çareseriyê hene, lê ez difikirim ku ev riya herî kurt û rastîn e, "