ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-30 09:00:00     *Jinên li dijî dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê li berxwe didin dan zanîn ew ê ji têkoşîna xwe gavê paşde navêjin û gotin:" Dixwazin Mexmûrê bikin wekî hepseke servekirî. Ev nêzî 28 sal in em di vê wargehê de dijîn. Em li ser axa xwe ne. Em tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernadin. Bila qada navneteweyî jî bi erkên xwe rabin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedar Nursel Aydogan a ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand, diyar kir ku têkoşîneke mezin neyê dayîn wê tecrîd hîn kûrtir bibe û dewam bike. Nurselê ev peyam da, "Ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserî nemîne ez bang li kesên ku pirsgirêk afrandine jî dikim û dibêjim divê em vê salê bêhtir ji bo çareseriyê bixebitin."   *Li Antalyayê herî kêm ji bo 7 taxan projeya xaniyan ket meriyetê û ji bo van erdan jî cemawerîkirin dîsa dikeve meriyetê. Ji gundê Dikmeceyê Zeynep Korkmaz da zanîn ew erd erdên elewiyên ereb in û got mafên wan ên vekirina dozê jî tune ye. Her wiha Zeynepê got:"Pêdiviya me ji dostên ku bikaribin çareseriyê pêk bînin, heye." DÎMEN HEYE