EMCDDA: Tirkiye di bikaranîna tiryakê de li pêş e 2023-05-29 14:27:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rpora EMCDDA'ya sala 2022'yan a ava bermahiyê ya Ewropayê Tirkiye di warê bikaranîna tiryakê de di nava 5 welatên ewil ên cîhanê de ye.   Navenda Çavdêriyê ya Avrupayê ya Tiryak û Rajeriya bi Tiryakê re (EMCDDA) rapora xwe ya 2022'yan a ava bermahiyê ya Ewropayê weşandin.  Di raporê de hate diyarkirin ku bikaranîna tiryakê ku di serdema dawî de herî zêde tê bikaranîn li Stenbol û Edeneyê zêde bûye. Li gorî raporê, zêdebûna bikaranîna tiryakê û dû re jî tiryakên kîmyewî û sentetîk di dema  AKP’ê de zêde bûne. Herwiha hat diyarkirin ku ev rêje li Ewropayê jî zêde ye.   Di raporê de bi grafîkî tê destnîşankirin ku bikaranîna tiryak ku berê li Çekya û Slovakyayê dihat dîtin, niha li Belçîka, Qibris, rojhilatê Almanyayê, Spanya û Danîmarkayê, Fînlandiya, Lîtvanya û Norwecê ku Tirkiye jî di nav de ye, balê dikişîne.   Di salên 2021 û 2022'an de lêkolînên li ser ava bermahiyê nîşan didin ku bikaranîna tirkyakê û tiryakkêşiyê bi salan li Tirkiyeyê zêde bûye û bûye yek ji welatên xwedî bikaranîna herî zêde.   Ji 60 welatên ku di ava bermayiyên wan de tiryak hate lêkolînkirin, welatên ku di navbera salên 2021-2022’yan de bikaranîna wan zêde bû ev in: Çekya, Letonya, Almanya, Tirkiye û Qibris.   Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, girtî û hikumxwaran a ji ber sûcên tiryakê di nava 7 salan de ji 36 hezar kesan derketiye 128 hezar kesan. Li gorî van daneyan hejmara girtî û hikumxwarên têkildarî tiryakê hatine girtin ji sêyan yekî kesên di girtîgehê de dimînin e.