Yekemîn konferansa Koma Jinan a Zenûbiya pêk hat 2023-05-28 23:03:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Avakirina zemîneke civakî ji bo pêkanîna qanûna malbatê, lidarxistina dewreyên fikrî di nava akademiyan de û pêkanîna qanûna bidawîkirina parsekiyê ji encamên Yekemîn Konferansa Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûyayê bûn.   Di konferansa li salona Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar ketiye de, endamên Nivîsgeha Kombûnê ya Reqayê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partî û gelek jinên serbixwe amade bûn. Di konferansê de berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef axivî  û got:“Jin li herêma Rojhilata Navîn bi hemû cureyên zulmê re rû bi rû ye ku hişmendiya kapîtalîst û bavilsalarî bingeha wê ye. Jin tê kuştin, destdavêjin wê û tevahî cureyên tundiyê li dijî wê dikin.”   Sewsen diyar kir ku bi belavbûna fikrê neteweya demokratîk re şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket, jinan saziyên xwe yên taybet û civakî ava kirin û li hember tundiyê li ber xwe da.   Dûre endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya Itîmad El Xelef perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê jinan de xwendin.Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Reqayê Sewsen El Xelef rapora kar û xebatên nivîsgehê yên du salan xwendin. Piştre têkildarî wan xebatan sînevizyoneke hate pêşandan. Her wiha rêziknameya nivîsgehê hat nîqaşkirin û piştî nirxandinan, hatin erêkirin.   Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê Ebîr Xelîl axivî û destnîşan kir ku lidarxistina konferansê berhema şehîdan e û divê dewreyên perwerdeyê û werşeyên kar ji bo tevahî jinan li Reqayê bên lidarxistin.   Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî destnîşan kir ku bi saya şehîdan jin bi rêxistin bûn û banga meşandina têkoşînê li hember sûcên kuştin û xwekuştinê, danîna bernameyan ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê kir. Nivîsgeha Koordînasyona Jinan hat avakirin ku û ji  5 endaman pêk tê, her wiha Meclisa Jinan a kantona Reqayê ku ji 24 endaman pêk tê hat avakirin.    Di konferansê de ev biryar hatin girtin:    *Amadekirina zemîneke civakî ji bo pêkanîna qanûna malbatê.   *Lidarxistina dewreyên fikrî yên girtî û vekirî di nava akademiyan de.   *Pêkanîna qanûna rêgirtina li pêşiya parsekiyê.   *Bi hevkariya nivîsgehên jinan lidarixstina semîner, hemle û panelên der barê pirsgirêkên civakî de.   *Xurtkirina jinan di aliyê aborî de û pêşxistin û çalakkirina koperatîfan.   *Xurtkirina koordîneyê di navbera jinan û saziyan de.   *Lidarxistina civîneke mehane di navbera nivîsgehên jinan ên saziyan de.   *Lidarxistina werşe û panelên siyasî ji bo xurtkirina jinan di aliyê siyasî de.