Li Helebê bi jinan re civîn hat lidarxistin 2023-05-28 13:43:42     HELEB - Ev bû 5 roj in ku ji aliyê Kongreya Star ve ji bo jinên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn tên lidarxistin.   Bi pêşengiya Kongreya Starê ev 5 roj in ji bo jinên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn tên lidarxistin. Civîn bi armanca zelalkirina rewşa heyî ya ku di her çar perçeyên Kurdistanê de diqewime û bi taybet rewşa jinê ya di herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de, hat lidarxistin.    Civîn li her du Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kom bi kom hatin lidarxistin. Civînên bi zimanê kurdî û erebî tên lidarxistin dewam dikin.