Ji bo dorpêçkirina Mexmûrê artêşa Iraqê dîsa ket nava tevgerê 2023-05-28 09:08:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Iraqê vê carê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û dixwazin li derdora wargehê kuleyan daynin. Penaberên Mexmûrê li ber xwe didin.   Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan deyne. Li dijî vê yekê şêniyên wargehê 9 roj in di nava berxwedanê de ne.   Danê siharê carek din artêşa Iraqê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û xwestin kuleyan daynin. Lê carek din xelkê wargehê li dijî vê derket û di van kêliyan de berxwedana xelkê wargehê bê navber dewam dike.