Li Wanê jinek hat qetilkirin 2023-05-27 20:10:42   WAN- Li taxa Şabaniye ya Wanê mêrê bi navê Şukru Koçak jina bi navê Fatma Ugur ya bi mehra olî pê re zewicandî bû, qetil kir   Li taxa Şabaniye ya Artemît a Wanê mêrê bi navê Şukru Koçkak jina bi navê Fatma Ugur ya bi mehra olî pê re zewicandî qetil kir. Cîranan agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê.    Gumanbar ji cihê bûyerê reviya û lêkolîna li cihê bûyerê didome. Li gorî agahiyan zarokek Fatmayê heye û gumanbar her tim tundî li Fatmayê kiriye.