Dengên derveyê welat anîn Tirkiyeyê 2023-05-27 18:29:08   NAVENDA NÛÇEYAN- Dengên ji bo hilbijartina serokomariyê ya tura duyemîn li derveyê welat hatibûn bikaranîn, anîn Tirkiyeyê.   Li derveyê welat li 73 welatî sindoq hatin avakirin û di 20’ê Gulanê de kar û barê bikaranîna dengandestpê kirin û piştî vê deng bi çewalên mohrkirî anîn Tirkiyeyê.    Bi çewalên dengan yên ji Kanadayê jî hatin, hemû dengên li derveyê welat hatibûn bikaranîn anîn Tirkiyeyê û şandin Lijneya Hilbijartinê ya Derveyê Welat a Enqereyê.