Mihrîcana Govendên Kurdistanê dest pê kir 2023-05-27 16:25:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdistanê li Hannoverê dest pê kir.   Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdisanê ku îsal 34’emîna wê hat lidarxistin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi meşê dest pê kir.   Merasîma ku wê ji Elmanya, Swîsre û Fransayê 23 komên folklorê beşdar bibin, sibehê wê bi pêşbirka folklorê dewam bike.   Ji neteweyên Elman û neteweyên din, gelek kes tevlî merasîmê bûn.   Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir û got: “Dewleta tirk a mêtinger herî zêde dixwaze bi rêya ziman û çandê gelê Kurd asîmîle bike. Em li dijî asîmîlasyonê xwedî li çanda xwe derkevin.”