‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike 2023-05-26 11:27:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Radyoya Şehba FM a li Helebê ku di Çileyê de dest bi weşana test kiribû, di 1'ê Hezîranê de bi bultena nûçeyan û bernameyên cur bi cur dest bi weşanê dike.   Di 16'ê Çileyê de Radyoya ‘Şehba FM’ dest bi weşana test kiribû. Ji saet 8’ê sibehê heta saet 2’yê piştî nîvro sernûçe û stran dihatin weşandin.   Li gor nûçeya ANHA'yê Şehba FM weşana xwe ji navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dike û li Heleb û kantona Şehbayê tê guhdarîkirin.   Weşana radyoyê bi zimanên kurdî û erebî li ser frekansa 107.5 tê kirin.   Dê di weşana wê de bultena nûçeyên herêmê û cîhanê, bernameyên civakî, çandî, aborî û yên ciwan û jinan werin pêşkêşkirin.   Li gorî endama radyoyê Diyala Ebdî dê weşana fermî di 1'ê Hezîranê de dest pê bike.   Diyala Ebdî li ser mijarê got: "Dê nûçey û stran bên weşandin. Weşana radyoyê dê ji 8'ê sibehê heta 8'ê êvarê be.”   Niha li navenda radyoyê 8 xebatkar li ser xebata radyoyê perwerde dibin. Diyala got: "Em li ser pisporiya xebata radyoyê perwerde dibin."