Dayikên Aştiyê bertek nîşanî dorpêçkirina Mexmûrê dan 2023-05-25 15:42:13     ÎZMÎR - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê şermezar kirin û bang li Mesûd Berzanîn û malbata Berzanî kirin ku nebin alîgirên zaliman.    Hewildanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewam e. Li dijî vê yekê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê şermezar kirin. Dayikan li ber avahiya Komeleya Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê Dayikên Aştiyê Hediye Korkut metna daxuyaniyê xwend.    Ji zilmê reviyan û çûn wira    Hediyeyê da zanîn wan bi salan ji Mesûd Berzanî re gotine "Serok Berzanî" lê belê wî peywira xwe bi cih neaniye û got:"Kesên li Mexmûrê dimînin ji zilmê reviyan lê belê zilm bi rêya Mesûd Berzanî li wir dewam dike. Ha têl ha dîwar her dû jî zindan e. Em dixwazin zilma li wir bi dawî bibe. Dema em dayikên li wir rûdinên dibînin dilê me diêşe. Bi salan e kezeba me dişewite em dayik vê êşê dizanin. Em vê zilma li ser dayikan fam dikin. Ma ne eyb e? Eziyetê li dayikan dikin."   'Îro roja xwişk û biratiyê ye ne roja zilmê ye'   Hediyeyê da zanîn kesên çûne Mexmûrê bi bedelên mezin çûne û wiha got:"Wekî girtîgehê li nasnameyên wan tên nihêrtin. Ketin û derketin tê kontrolkirin. Ev şermeke mezin e em şermezar dikin. Me rica ji Mesûd Berzanî kir me got tu mezin î mezintiya xwe bîne cih. Tu gavekê biavêje em te wekî xwişk û bira bibîne. Em xwişk û biratiya te qebûl bikin. Ji xwîna şehîdan û ji dayikan rêzê bigire. Em jî te bi vî halê te bizanibin. Yextiyarê me zarok û ciwanên me dibêjin em amade ne em canê xwe feda bikin. Guh bide wan zilmê neke ev zilm e. Kesên zilmê dikin guh nedin wan. Destên xwişk û biratiyê dirêj bike. Îro roja xwişk û biratiyê ye ne roja zilmê ye."   Hediyeyê bang li jinên ji malbata Berzanî kir û got:"Bila guh bidin me bila ji bo aştiyê zilm biqede. Bila malbata Berzanî nebin hevalên zilmkaran."