Fermandara YPJ'ê li Barselonayê ye 2023-05-25 14:44:12     STENBOL - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik li ser vexwendina Parlamentoya Katalonyayê li Barcelonayê hevdîtin pêk anî.   Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik ku yek ji hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ser vexwendina Parlamentoya Katalonyayê serdana Barcelonayê kir. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPJ'ê, Sozdar bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê Alba Vergés Bosch, nûnerê Partiya Yekîtiya Gel (CUP-Candidatura d'Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Çep a Komarî ya Katalonyayê (ERC-Esquerra Republicana de Katalonya) Wagensberg re hevdîtin pêk anî.    Metirsiya DAIŞ’ê hate çareserkirin   Di hevdîtinan de hate diyarkirin ku ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî vê xetereyê, rewşa Kampa Holê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê hatine nîqaşkirin. Di civînan de têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qadên leşkerî, siyasî û civakî de jî hate rojevê.   Beşdarî bernameya televîzyonê bû   Dema ku Fermandara YPJ'ê Sozdar ji bo bernameyên televîzyonê yên li Katalonyayê hatibû vexwendin, di bernameya ku bi moderatoriya rojnamevan Mònica Terribas ve hat lidarxistin de bersiv da pirsên zêdeyî 400 beşdaran. Sozdar li Barcelonayê jî beşdarî pêşangeha pirtûkan bû. Li vir pirtûka bi navê “Tevgera Jinên Kurd - Teorî û Pratîk” a nivîskar Dilar Sozdar ku tê de têkoşîna jinên Kurd vedibêje, hate nasandin.   Serdanên Sozdar berdewam dikin.