Parlamenterên jin ên Partiya Çep a Kesk: Em ê têbikoşin 2023-05-25 09:14:50       WAN - Li Serhedê jinên yekem car diçin meclîsê diyar kirin ku wê bi nûneriya wekhev li meclîsê bibin dengê hemû jinan û bi gotinên ‘Partiya me ji bo Tirkiyeyê nûneriya erêni ye. Em ê biçin meclîsê û mafên jinan biparêzin. Em ê xebatên der barê jinan de bikin jiyanê, bibin dengê jinan. Ji bo çîroka 21 salî bi dawî bibe em ê têbikoşin’ peyama têkoşîna ji bo hemû jinan dan.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêk hatin de ya serokomariyê ji tura duyemîn re ma. Partiya Çep a Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi 62 parlamenterî ket meclîsê û nîvê parlamenterên wê jin bûn û bi vê yekê re nûneriya wekhev bi dest xist. 30 parlamenterên jin ji Partiya Çep a Kesk ketin meclîsê. Parlamenterên jin ên Serhedê ku cara yekemîn dikevin meclîsê ji ajansa me re axivîn.   ‘Ez ê li meclîsê mafê jinan biparêzim’   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulderen Varli ku cara yekemîn dikeve meclîsê diyar kir ku ji kevneşopiya partiya wan heta niha bi nûneriya wekhev di meclîsê de cih girtiye. Gulderenê daxuyakirin ku divê jinên li alî nûneriya jinê, mafê jinan û hiqûqê di meclîsê de cih bigirin û wiha got: “Ez wek keseke mafê jinan diparêzim wê li meclîsê bim. Em li meclîsê binerin, di partiyên AKP, CHP û yên din de nûneriya wekhev pêk nehat. Mixabin di meclîsê de nûneriya wekhev têr nîne.”   ‘Em ê bibin denge jinan’   Gulderenê daxuyakirin ku bi pergala fermuar a partiya Çep a Kesk, maf û hiqûqa jinê jî wê ji nû ve bê avakirin û wiha dirêjî dayê: “ Ji ber nûneriya mêr li meclîsê zêde ye em xemgînin. Em jinên Partiya Çep a Kesk wê tiştên bikeve ser milê me bikin. Em soz didin ku wê polîtîka jinê bimeşînin û denge jinan bidin bihistin. Dil dixwest ku li meclîsê renge jinê ava bibe. Mixabin em zîhniyeta serdest li meclîsê dibînin. Bêguman em ê têkoşîna vê bidin. Em ê li dijî polîtîkayên êrîşê yên li hember jinê bin. Em ê têkoşîna vê li meclîsê bidin.”   ‘Heta em nebêjin neqedyaye, naqede’   Gulderenê wiha dawî lê anî: “Heta em nebêjin neqedyaye, naqede. Em ê çi ji destê me bê bikin, em ê bibin denge jinê. Ji bo azadiya civakê divê jin azad bin. Em dizanin ku em ji ku derê têkoşînê tên. Ji bo çîroka 21 salî bidawî be em ê têbikoşin. Çawa di tura yekem de sekinî wê di tura duyem de jî biçe. Jin wê vê desthilatdariyê bişînin.”   ‘Em ê xebatên ji bo jinan bikin jiyanê’   Parlamentera Muşê Sumeyye Boz jî ji bo her kesî sipasiyên xwe kir û got wê gel peywira xwe bîne cih. Summeyeyê got wê di alî nûneriya jinê de jî berpirsyariyên xwe bînin cih û wiha got: “Ev têkoşîn bi têkoşîna jinên Kurd û pêşengiya wan hat vê astê. Ez li berpirsyariya xwe haydar im. Di danezana me de xebatên jinê bi awayekî zelal cihê xwe girtine. Ji bo ev bikevin jiyanê em ê bixebitin. Em ê xebatên jinan bikin jiyanê.”   ‘Partiya me ji bo Tirkiyeyê nûneriyek erênî ye’   Sumeyyê wiha dirêjî daye: “Li dijî tundiya li ser jinê em ê xebatên aktîfkirina mekanîzmayan bimeşînin. Em ê li dijî polîtîkayên tenê hiştinê ya li her qadê belav bûye bisekinin. Em ê van alternatîfan bi jinan re bikin jiyanê. Ji bo her yeke soza me heye. Em ê ji herêmê heta giştî vê belav bikin. Ev peywira me ye. Pergala me ya fermuarê heye. Di heman demê de em wekheviyê esas digirin. Partiya me ji bo Tirkiyeyê nûneriyeke erêniye. Li gorî rêjeyê ya herî baş Partiya Çep a Kesk e.”   Divê desthilatdariya heyî biçe   Sumeyyê wiha dawî lê anî: “Polîtîkayên jinan wê li meclîsê cihê xwe bigirin. Girtina komeleyên jinan û gelek mijarên din wê li meclîsê bên vekirin. Em van hemûyan bi nûneriya wekhev li meclîsê bidin nîqaşkirin. Yekane derde me eve. Ev pêvajo ji bo me girînge. 28’ê Gulanê ji bo me girînge. Divê desthilatdariya heyî biçe. Ji bo serkeftina tura duyemîn em ê têbikoşin.”   ‘Em li dijî kodên zayenda civakî têdikoşin’   Parlamentera Bedlîsê Semra Çaplar Gokalp jî destnîşan kir ku têkoşîna jinan ji têkoşîna gelê Kurd tê û wiha berdewam kir: “Em li meclîsê linge têkoşînê dibînin. Em ê li kolanan li her qadê têkoşînê bidomînin.Em li dijî kodên zayenda civakî têdikoşin. Em li meclîsê nûneriya xwe bi giştî polîtîka ku jinê esas digire dimeşînin. Em xwe berpirs dibînin. Em dixwazin ji jinan re qadên ku rehet tevdigerin biafirînin. Em ê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Em ê daxwazên jinan bigirin dest û polîtîkayên ku jinan esas digirin bikin jiyanê. Li Bedlîsê rengê jinê nayê dîtin. Li vî bajarî jin di jiyana civakî de tune ne.  Divê hêza jinê ya xweser derkeve holê. Em ê li ser vê xebatên xwe bimeşînin. Ciwan û jin hêza esas a têkoşînê ne. Em ê li meclîsê bibin denge jin û ciwanan. Hewcedariya her kesî bi guherînê heye. Em ê hêzê ji hev bigirin û bi hev re biguherînin.”   ‘Ya ku mirov bike xwedî gotin ked e’   Parlmaentera Agiriyê Nejla Demîr jî bi lêv kir ku divê partiyên din jî wek Partiya Çep a Kesk di meclîsê de cih bigirta û got wê ew bi jinan re dengê xwe bilind bikin. Nejlayê wiha dirêjî daye: “Jin di civakê de bi xetera tunebûnê re rû bi rû ne. Bi taybet di alî kedê de mafê wan hatine xespkirin. Hemû rewşên rêxistinbûnê ji dest hatine girtin. Divê ev bi awayekî lezgîn bikeve rojeva meclîsê. Ya mirovan bike xwedî gotin ked e. Ger gotina jinê tunebe, ev ji ber binpêkirina keda jinê ye. Jinên di meclîsê de cih bigirin divê destkeftiyên jinan ji nûve bikin rojevê. Yên ku civakê xilas bikin jin in.Di vê nokteyê de em ê bibin denge jinan.”   Nejlayê balkişand ser tura duyemîn a hilbijartinên serokomkariyê jî û got: “Yên ku biguherînin jinin. Hêviya me ji hilbijartinên 28’ê Gulanê heye. Divê em  vê hilbijartinê bi dest bixin. Divê ev rejîm bê hilweşandin. Jin di vê nokteyê de pir xurtin. Divê em bibin yek.”