Dîlan Kunt Ayan: Em ê di 28’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin 2023-05-25 09:07:48   Şehrîban Aslan   RIHA - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku desthilatdarî dixwaze destkeftiyên jinan ji holê rake û got peywira wan ya niha ev e ku desthilatdariyê di 28’ê Gulanê de bişînin.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan yek ji 4 parlamenterên ku di 14’ê Gulanê de li bajar hat hilbijrtinê bû. Dîlanê der barê pirsgirêkên bajar de axivî û diyar kir ku desthilatdarî li Rihayê polîtîkayên jinan bi awayekî giran dimeşîne û wekhevî ji holê rakiriye.   Hêza Partiya Çep a Kesk   Dîlanê got Riha sazbûna xwe ya feodal diparêze, bi saya Leyla Guven û Ayşe Gokkan guherîn pêk hatiye û wiha got: “Lê rejîma yek mêr êdî nayê xwestin. Me Partiya Çep a Kesk çawa bloka AKP-MHP’ê rawestand, em ê di 28’ê Gulanê de jî bişînin. Hedefa wan di tura yekem de biserkevin lê biser neketin. Sedema têkçûna wan jî Partiya Çep a Kesk bû. Bi hêza Partiya Çep a Kesk ew biser neketin.”   ‘Li hember xwe jinên berxwedêr dîtin’   Dîlanê balkişand ser berxwedana jinan û got bêyî piştgiriya jinan AKP nikare biserkeve û got: “AKP’ê ev fêm kir. Dît ku hêza jinan ji bo wan xetereya mezine. Ji ber jin destilatdariyê dihejînin. Ji ber vê  desthilatdariyê êrişê destkeftiyên jinan kir. Lê li pêş xwe jinên berxwedêr dîtin. Desthilatdarî dizane ku jinên xurt civaka xurt e. Xebatê hilbijartinê jî li ser vê hatine avakirin. Ev ne hilbijartina du mêrî ye. Dibe ku em tercîha xwe li alî kesekî bikin lê armanca di vir de ev e ku em vê desthilatdariya 21 salî bişînin.”   ‘Dixwazin jinan tune bikin’   Dîlanê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên destilatdariyê ya li hemberî Kurdistanê: “AKP naxwaze li tu devera cîhanê jinan bibîne. Naxwaze jin li qadan bin. Yekane armanca me evce ku em vê bloka faşîst bişînin. Ne tenê AKP-MHP, hedefa me ev e ku em gotinên Huda Par û Yenîden Refah jî ji holê rabikin. Li ser hestên olî em propagandayên wan dibînin. Em carek din bibêjin, kurd civakek muslimane û bawermend e. Em vê jî diparêze. Em azadiya ol û wijdan diparêzin. Lê ev kes deskeftiyên jinan bikar tînin û hewl didin jinan tune bikin. Ji bo Rihayê em dikarin vê bêjin. Di bin navê pereyên zarokan û lênerîn de pere tên dayîn. Em çû ku derê me got ji xwe divê ev bên kirin. Ev ne diyariya AKP’ê ye. Ev tiştên ku divê bên kirine ne. Li Rihayê jî wek her derê hewl tên dayîn jin bên hespkirin. Nêzî 2 mîlyon nifûsa Rihayê heye. Li Wêranşara ku 300 hezar nifûsa wê heye û li Sêwrega ku 100 hezar nifûsa wê heye stargeh tune ne. Tenê li Rihayê stargehek girêdayê ŞONIM’ê heye.”   Banga ser sindoqan   Dîlanê dawiya axaftina xwe de balkişand ser tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de pêk tê û wiha got: “Divê em rejîma yek mêr hilweşînin. Me 14’ê Gulanê de da sekinandin em ê 28’ê Gulanê de bişînin. Divê hmû kes biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.”