Dayika zaroka destdirêjî lê kirin: Bila kiryar bê cezakirin 2023-05-25 09:06:09     SÊRT - Dayika zaroka ku li Berwariyê nêzî 2 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê hat kirin Rahîme Şermet, destnîşan kir ku heta bersûc neyên girtin zarokên wan ne di ewlehê de ne û got dixwazin ser bûyerê bigirin. Dayikê destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza keça xwe bin û banga xwedî derketina li dozê kir.   Li gundekî girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, zarokekek  2 sal in bi êrîşa zayendî ya sîstematîk a Huseyîn Tapar (65) û Hamît Şener (35) re rû bi rû ma. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê çû qereqolê û gilî kir û derbarê kiryaran de doz hat vekirin. Daneşîna dozê di 23'yê Gulanê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Sêrtê hat dîtin. Daneşîn hat taloqkirin.   ‘Gefa mirinê li keça min hat xwarin’   Dayika zarokê derbarê bûyerê de axivî û got: "Nêzî du sal in li keça min destdirêjî hatiye kirin lê ji tirsa ji me re negotiye. Tim gefa mirinê lê hatiye xwarin e û êdî derûniya keça min ranekiriye. Piştî ku me rewşa wê pirsî, got ez ditirsim û ji me re tiştên ku hatiye serê xwe vegot. Haya me jê çênebûye. Hem Huseyîn hem jî Abdulhamît plan çêkirine û bi gefên ku xwarine destdirêjî li keça min kirin. Gava ewilî em pê hesiyan ji bo ku mamê min bû min yeqîn nekir. Lê piştre keça min bi xwe jî got û tim bi şevan digirîya. Em çûn qereqolê me gilî kir.”   ‘Zarok ne di ewlehiyê de ne’   Dayikê, destnîşan kir ku kiryar li derve serbest digerin û zarok ne di ewle de ne û got: “Em dixwazin herdû kiryar jî werin girtin. Herdu jî li derve ne. Divê kesên wisa li derve serbest negerin. Em dixwazin cezayê xwe bigirin. Ev 5-6 meh in em keça xwe nikarin bibînin. Ne tenê keça min êdî zarokên din jî nikarin rehet bigerin. Lewra divê werin girtin. Ev doz li gorî îfadeyên keça min a ewil tê meşandin. Lê keça min ji tirs û gefan nedikaribû hemû tiştên ku jiyaye vebêje. Lewra em dixwazin îfadeya wê ji nû ve were girtin.”   ‘Dixwazin ser bûyerê bigirin’   Dayikê, anî ziman ku danîşîna duyemîn demek dirêj hat taloqkirin û got: “Huseyîn û Aldulhamît haya wan ji hev heye û dixwazin ser vê bûyerê bigirin. Danişîn bê ceza girtin hate taloq kirin û di wê navberê de wê çi bikin ne diyar e. Em vê bêcezabûyînê qebûl nakin. Abdulhamît dibêje ez tiştê huseyên kirine dizanim û ku heke wan bejim dê Huseyîn ceza bigire. Herdu jî di nav xwe de bazaran dikin. Em giliyê herduyan jî dikinji dikin.”   Banga xwedîderketinê   Dayikê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Em dixwazin xwedî li dozê derkevin. Yên ku ligel me man jî em spasiya wan dikin. Bang li hiqûqnas, sazî û rêxistinên sîvîl û komeleyên jinan dikim ku bila dev ji doza me bernedin û heta ku ew ke cezayê xwe bigirin bila xwedî li doza me derbikevin. Em naxwazin keça me tenê bimîne.”   Çi bibû ?   Li gundekî navçeya Berwarî ya Sêrtê zarokek du salan ji aliyê Huseyîn Tar û Abdulhamtî Şermet ve bi awayê sîtematîk destdirêjî lê hatibû kirin. Piştî ku bûyer derket holê malbat çû qereqolê û derbarê kiryaran de gilî kir. Piştî gilîyê hat kirin di 8'ê Mijdar 2022'yan de derbarê herdu kiryaran de jî doz hat vekirin. Lê li gel qeydên deng û îfadeyên ku hatin dayîn jî di 11'ê Mijdara 2022'yan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve derbarê bûyerê de biryara neşopandinê hat dayîn. Malbat û parêzerên malbatê li dijî biryara neşopandinê li dozgeriyê îtîraz kirin. Îtîraza hat kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hat qebûlkirin û derbarê Huseyîn Tapar de îdaname hat amadekirin.   Di dişîna yekemîn a dozê ku di 23'yê Gulanê de hat kirin, heyeta dadgehê girtina Huseyîn tar red kir û ji bo ku Abdullah Şermet li daneşîna bê amade be, şahidên nû bên guhdarkirin û qeyda deng bê guhdarkirin danişîn taloqî 5'ê Cotmehê kir.