Li NY’ê ji bo Mexmurê protesto 2023-05-24 22:08:01   CENEVRE- Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Cenevreyê de dorpêça li hemberi Mexmûrê hat protestokirin.   Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didome, ket meha 29’an. Di çalakiya vê hefteyê de ku ji bo azadiya Rêberê  PKK’ê  Abdullah Ocalan didome, dorpêça artêşa Iraqê ya li hemberî Wargeha Mexmûrê hate protestokirin.   Di çalakiyê de li hemberî dorpêça hêzên artêşa Iraqê ya girtina dora Wargeha Mexmûrê ku din bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, bang li NY’ê hate kirin ku dawî li dorpêçê bînin.Tevahiya rojê li derdora konê li qada Place des Nations a li Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, metna Îngîlîzî û Fransî ku der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan agahî dide, hate xwendin.   Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) Mehmet Letfî Çelebî axivî. Mehmet  anî ziman ku li her cihê ku Kurd lê dijîn êrîş zêde bûne û hewldana dorpêçkirina dawî ya li ser Mexmûrê bi bîr xist û wiha vegot: “Ev yek girêdayî tecrîdê ye. Dixwazin tolê ji gelê Kurd hilînin. Gelê Kurd wê di her rewşê de û li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”