Doza îstîsmarê hat taloq kirin 2023-05-24 19:37:08   ŞIRNEX – Danişîna yekemîn a Kadîr Mungan ku destdirêjî li zarokê kiribû hate dîtin. Bersûc xwe bi xizmetdayîna dewletê  parast.    Li navçeya Silopyayê zarokek nêzî 2 sal in bi awayekî sîstematîk bi êrîşa zayendî ya Kadîr Mungan ve rûbirû ma. Îddîanameya ku derheqê Kadîr Mungan ve hate amade kirin ji aliyê Serdozgeriya Cizîrê ve hate qebûl kirin. Danişîn ewil a dozê îro li 1’yemîn Cezayê Giran a Dadgeha Cizîrê hate dîtin. Malbata zarokê, Midûriyeta Polîtîkayên Malbatî û Civakî, Komîsyona Zarokan a Baroya Şirnexê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopyayê, Navenda Piştevaniya Jinê ya Dayika Taybet, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê navçeya Silopyayê beşdarî danişînê bûn.    Bersûc Kadîr Mungan li dadgehê amade hate dîtin. Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi parastina bersûcê ve destpê kir. Bersûc, xwe bi xizmet dayîna dewletê ve parast û got jê re derewan dikin.    Dûvre mexdûr ligel Midûriyeta Polîtîkayên Malbatî û Civakî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û diyar kir ku ew ji hêla Kadîr Mungan ve demekê dirêj hatiye îstîsmar kirin. Zarok di îfadeya xwe de wiha axivî: “Roja bûyerê ez bi hevalên xwe re li kolanê listok dilist. Piştre cîranê me Kadîr Mungan bangê min kir û ez çûm hewşa wan. Li wir ez hatin tacîz kirin. Piştî ku çûm malê tirsiyam û nekarîm ji malbata xwe re bêjim. Çend car bi vî yekê min îstîsmar kir û xwest ez ji kesekê re  nebêjim. Dûvre min ji mamosteyê xwe re got ew jî ji malbata min re gotin.”   Parezerê malbatê Hayrûllah Demîr jî diyar kir ku zarok hê di bin bandora bûyerê de ye û got: “ Li ser bûyerê demekê dirêj derbas bûye lê zarok di bin derûniya bûyerê de ye. Îfadeyên bersûcê bi nakok in û dixwaze ji sûcê xelas bibe.”   Komîsyona Mafê Jin û Zarokan yê Baroya Şirnexê daxwaza beşdarbûyîna dozê kir lê belê daxwaza wan ji hêla Şandeya Dadgehê ve hate red kirin.    Dozger mutaalaya xwe amade kir û xwest bersûc bi cezayê girtigehê were darizandin.  Şandeya Dadgehê biryara xwe aşkere kir û biryara negirtina bersûcê da û ji bo şahîdên nû were guhdar kirin danişînê taloqê meha 27’ê Îlonê kir.