Xebatên ji bo hilbijartina 28’ê Gulanê didomin 2023-05-24 15:54:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên ji bo hilbijartina serokkomariyê li gelek bajaran didome. Di xebatan de banga çûyîn ser sindoqan hat kirin û hat diyarkirin ku divê xwedî li sindoqan derkevin.   Xebatên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li gelek navendan bedewam in. Di vê çarçoveyê de rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran çûn serdana gel û banga çûna ser sindoqan kirin.    Mêrdîn    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û parlamenterên Mêrdînê re li Mêrdînê tev li hevdîtinên bi gel re dibe ku dê du rojan bidome. Hevdîtina ewil li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê hate kirin. Pervîn û şandeya pê re ji hêla bi sedan kesan ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Şandeyê piştî silavkirina şêniyên gund, civînek li dar xist.    Di hevdîtinê de ji ewil Mehmet Kamaç axivî û wiha got: “Bi saya vîna gelê kurd, pêşî li ber faşîzma 21 sale tê domandin hatiye girtin. Hûn her hebin. Divê her kes bizane ku serkeftin a me ye. Ne rû û ne jî gotineke wan heye ku li van kolanan bigerin. Di destê wan de tenê şer û qirkirina siyasî ma ye.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn jî di hevdîtinê de ev tişt anî ziman: “Ez gelê me ji ber sekna wan a di 14’ê Gulanê de pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku gelê me dê vê îrade û israrê careke din nîşan bide. Tevî her hîle û lîstikan, tundî û zextê jî gelê me dengê xwe da û îradeya xwe diyar kir. AKP û MHP’ê ji bo Partiya Çep a Kesk winda bike û li derveyî siyasetê bimîne her tişt kirin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku gelê me destûr neda. Heke Erdogan di 14’ê Gulanê de bi ser neketibe, ev yek encama biryardariya we ye. Erdogan nekarî bi ser keve û me jî faşîzm da sekinandin. Lê niha dema wê ye ku em bi wan bidin windakirin. Têkbirina Erdogan a di 28’ê Gulanê de peywir û berpirsyartiya me ye.”   Pervîn û şandeya pê re piştre jî çûn serdana esnafên Stewrê. Bernameya wan dê li Şemrex û Dêrikê bidome.    Wan    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana esnafên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Berdan di dema serdanê de axivî û wiha got: “Em ê di roja 28’ê Gulanê de bilêta îktîdara faşîst bibirin û bişînin. Kî aştiyê biparêze em ê dengê xwe bidin wî. Pirsgirêka me bi pergalê re ye û em ê vê pergalê têk bibin. Dê îcar serkeftin a me be. Em kurd ê vê îktîdarê têk bibin.” Berdan û şandeya pê re di tevahiya rojê de çûn serdana esnafan.    Agirî    Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Necla Demîr û Heval Bozdag jî li navenda bajar û navçeyên Dûtax û Bazîdê xebatên hilbijartinê meşandin. Di serdanan de parlamenteran bang li hemû welatiyan kirin ku di tûra duyemîn de jî biçin ser sindoqê.    Erdexan    Li Erdexanê jî Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Wanê Zulkuf Uçar û şandeya pê re li navenda bajar çûn serdana esnafan. Şandeyê bang li esnafan kir ku di tûra duyemîn de dengê xwe bidin. Uçar, bang li her kesî kir ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe ji bo guherînê bidin.