Bi girseyî serdana şîna Hamiyet Yalçinkaya hat kirin 2023-05-24 15:49:16     AMED - Li Bismilê bi girseyî serdana şîna Hamiyet Yalçinkaya ya li Bestayê jiyana xwe dest dabû hat kirin.    Endama YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Sorxwîn) ya di 23’yê çileya 2023’yan de li herêma Besta ya Şirnexê di şerê bi leşkerên tirk re jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 roj şûnve hat wergirtin û li gundê Hecî Faris ê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve hat veşartin. Cenaze di dorpêça leşkeran de hatibû veşartin. Ji bo Hamiyet Yalçinkaya li gund şîn hat danîn.    Rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Hewldana 78’an a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes bi girseyî serdana şîna Hamiyet Yalçinkaya kirin.    Di serdana şînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylû di serdanê de axivî û got: “Leylayê ji bo gelê xwe têkoşiya. Pêwîste em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ji bo vê yekê jî hewcedarî bi yekitiya kurdan heye. Wextê ku em yekitiya xwe ava bikin wê tu hêz nikaribe li ber têkoşîna kurdan bisekine.