Ji bo Mexmûrê partiyên siyasî yên Efrîn û Şehbayê daxuyanî da 2023-05-24 15:41:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Mexmûrê nîşan da û bang li Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser wargehêbixebitin.   Bi dehan endamên partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê li parka navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Efrîn û Şehbayê Îlham Mihemed û endamê Komîteya Pewerdeya Civaka Demokratîk Siyabend Faqî daxuyanî bi erebî û kurdî xwend.   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zextên gelek aliyên ku xizmeta dewleta Tirk dikin, yên li ser tevgera azadiyê ya Kurdistanê, her wiha hat diyarkirin ku dewleta tirk li dijî gerîlayan çekên kîmyewî û qedexekrî bi kar tîne, li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê dixe meriyetê. Di dewama daxuyaniyê bal li ser dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sûcên li wan herêman hat kişandin. Her wiha behsa êrişên hewayî yên ku pişt têkçûna DAIŞ`ê hatine destpêkirin, hat kirin.   Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşgerên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê li hember wan êrişên li ser Şengalê bi lehengî sekinîn û zêdetirî 400 kes jiyana xwe ji dest dan û hat gotin: “Kêlikên gorên wan ên li geliyê Kesrê şahidên lehengî û mezinahiya wan in.”   'Dorpêça ku bêsedem a li hemberî wargehê'   Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi peymana 9`ê Cotmeha 2020'an a hikumeta Bexda û ya Hewlêrê hat kirin û wiha dom kir: “Di 18'ê tîrmeha 2019`an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombe kir, ku 180 km dûrî sînorên Iraqê ye û Kurdên di destpêka salên 90`î de ji Bakurê Kurdistanê hatine koçberkirin lê bi cih dibin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dorpêç li ser wargehê ferz kir.”   Di dewama daxuyaniyê de partiyan piştgiriya xwe ji bo mexmûriyan nîşan da û wiha dom kir: “Em bang li rêveberiya Iraq û Sûriyeyê dikin ku dorpêça bêsedem a li ser gelê Mexmûrê, Efrîn, Şehba û Helebê ku piraniya niştecihên wê kurd in, bi dawî bike û nekeve bin kontrola Tirkiyeyê û bi tevgera azadiyê ya Kurdistanê re hevkariyê bike.    Bang li konseya ewlehiyê ya NY'ê kirin    Bi saya tevgera azadiyê Iraq û Sûriye ji gelek belayan hat dûrxistin. Em bang li hikumeta herêma Kurdistanê jî dikin ku ew jî dorpêçê li ser kampa Mexmûrê ferz nekin, ku serok Mesûd Barzanî bi xwe serdana vê kampê kiribû û lehengên PKK`ê yên li djiî DAIŞ`ê şer kirin, spas kiribû. Di heman demê de em komploya qirêj a dewleta Tirk a dagirker a j ibo tunekirina tevgera azadiyê şermezar dikin. Em bang li konseya ewlehiyê ya NY`yê û rêxistinên mafên mirovan jî dikin ku zextê li hikumeta Iraqê bikin, da ku dorpêçê bi dawî bike, hêzên Tirkiyeyê neçarî derketina ji axa Iraqê bike û destwerdanê li kar û barên hundirîn ên welatên cîran neke.”