Malbatek hat binçavkirin 2023-05-24 15:36:18     MÊRDÎN - Serokê DÎSK/Genel Îş'ê yê Şaxa Mêrdînê Rahmî Güneş û malbata xwe hatin binçavkirin.     Bi ser mala Serokê Şaxa Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî de hate girtin. Di serdegirtinê de Rahmî Guneş, hevjîna wî Şukran Guneş, birayê wî Alî Guneş, zarokên Alî Guneş ên bi navên Dilbirîn û Îsmaîl Guneş hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Rahmî û malbata wî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tên sûcdarkirin.   Malbata Guneş birin Qereqola Jendirmeyan a Pinardereyê.   Kesek serbest berdan   Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî Merve Oguz a ku di serdegirtinên malan de hat binçavkirin piştî îfadeya xwe da serbest hat berdan.   Dê bibin Amedê   Ciwanên bi navên Ramazan, Agît û Heja (xwişk û bira ne), Hêvîdar û Bêrîvan Taş (xwişkên hev in) Firat Akar û Rojhat Aktaş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li navçeya Artukluyê hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin wê ciwanan bibin Amedê.