ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî destdirêjiya li dijî zarokan da 2023-05-24 15:30:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo balê bikişînîn ser destdirêjiyên li dijî zarokan, ÎHD'ê li gelek navendan daxuyanî da û got: “Faîl ji îktidarê hêz digirin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li hin bajaran ji bo balê bikişîne ser destdirêjiya li dijî zarokên ku li Bismil û Zongûldakê qewimîn û gelek deverên din pêk tên, daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî destdirêjiyê da.    Enqere    Komîsyona Mafên Zarokan a Navenda ÎHD’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Sevînç Koçak daxuyanî da û got her ku diçe sûc, tecawiz û îstîsmara li ser zarokan zêde dibin. Sevînç,diyar kir ku polîtîkayên heyî yên îktidarê rê li ber vê zêdebûna xerabiya li ser zarokan vedike û got: “Faîlên ku van sûcan dikin, ji gotin û çalakiyên îktidara siyasî hêz digirin û bêceza tên hiştin.”    Êlih    ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand ser zarokek 16 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê bi êrişa zayendî ya personelek nexweşxaneyê re rûbirû maye. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û anî ziman ku zêdebûna tecawiz û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan nîşan dide ku ser bûyeran tê veşartin û faîl bêceza tên hiştin.    Stenbol    ÎHD’a Stenbolê jî li avahiya xwe bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveber tev li civînê bûn. Pankarta, ‘Bila pêşî li îstîsmara zarokan bê girtin” hat daliqandin. Yolerî diyar kir ku faîlên zarok û jinan ji îktidarê hêz digirin.