'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar didome 2023-05-24 15:08:57   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar. Emîne di serdanê de diyar kir ku dê çalakiya xwe ji bo azadiya Fadîl heta dawiyê bidomîne.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî biçe pêşiya Edliya Rihayê û çalakiya xwe li malê berdewam kir. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 792’yan de berdewam kir.   Îro Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar çû navçeya Pirsûs a Rihayê û dayika Emîne Şenyaşar ziyaret kir. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan û endamên partiyê jî bi Mîthat re bûn.    Di serdanê de Mîthat anî ziman ku ew her tim piştgiriyê didin malbata Şenyaşar û heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Mîthat, destnîşan kir ku Ferît Şenyaşar dê têkoşîna xwe li meclisê hêj xurtir bidomîne û heta bêhiqûqî bi dawî dibe jî dê nesekinin.    Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derdikeve dê têkoşîna xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê bidomîne.