Zaroka wesayita zirx lê da ji nexweşxanyê derket 2023-05-24 13:58:53     ŞIRNEX - Zaroka 5 salî Y.Y. ku li navçeya Silopiyê maşîneya zirxî lê dabû ji nexweşxaneyê derket.    Di 16’ê gulanê de li Taxa Dîcle ya navçeya Silopî ya Şirnexê dema zaroka 5 salî Y.Y. li pêşiya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê dabû. Li ser banga welatiyan, ambulans hatibû cihê bûyerê û Y.Y. rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li gel giranbûna rewşa Y.Y. ew sewqî nexweşxaneyeke taybet a Xarpêtê kiribûn. Y.Y. ku hestiyê wê yê kemaxê şikestiye ji nexweşxaneyê derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Y.Y. ku hefteyeke li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi pêşniyara bijîşkan wê du hefteyan tevnegere û piştî encamên tetkîkan ên bijîşkan wê rewşa wê diyar bibe.