Platforma Jinan a Enqerê: Em teslîmê tarîtiyê nabin 2023-05-24 13:40:51     ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê, derbarê hilbijartina 28'ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Di pêvajoyeke wisa de em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin, em ê ji bo polîtîka û daxwazên xwe xwe bi rêxistin bikin. Em rê nadin polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan."   Platforma Jinan a Enqerê, derbarê hilbijartina 28'ê Gulanê ya serokomariyê li avahiya Yekitiya Mulkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin tevlî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla endama platformê Ayşe Ugurlu ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Hêza me heye ku em tifaqa serdest a mêr têk bibin. Di 21 salên îktîdara AKP'ê dê tenê polîtîkayên dijminatiya jinê hat pêşxistin. Wekî qedexeya kurtajê, xespkirina mafê nefeqayê, betalkirina Peymana Stenbolê, qetilkirina jinan, dijminatiya li hemberî LGBTÎ+, tunehesibandina zimanê dayikê û gelek binpêkirina mafên mirovan. Bêcezahiştina tecawizkar, êrişkar û kujeran û pêşxistina newekheviyê û parastina zimanê dijminatiyê bû sedema ku jin di nav 4 dîwaran de bên hepskirin. Jin li kolanan li hemberî şîdeta mêr bêçare man. Niha ev têr nekir, li meclîsê hejmara partiyên ku heman zihniyetê diparêzin zêde bûn.   Em bang li jinan dikin bila bên û em hevdû hembêz bikin, piştevaniya xwe û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi hêza têkoşîna jinan carek din dibêjin ku; Em ê li dijî tunehesibandinê, binpêkirina mafan, kujerên Gonca Kurîş, kesên ku Peymana Stenbolê betalkirine, kesên ku rê li ber zewicandina zarokan rê vekirinê têbikoşin û ji ber ku hêzeke me wisa heye. Di vê pêvajoyê de em ê rejîma yek kesî têk bibin.      Ji bo têkbirina rejîmê têkoşîn divê. Em dizanin ku encama hilbijartinê çi dibe bila bibe têkoşîn dê bidome. Di pêvajoyeke wisa de em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin, em ê ji bo polîtîka û daxwazên xwe xwe bi rêxistin bikin. Em rê nadin polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan. Wekî her roj îro jî carek din ji bo azadiyê têkoşîn."    Daxuyaniya jinan bi dirûşma "Em teslîmê tarîtiyê nabin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.