Li nexweşxaneyê êrîşa zayendî: Kiryar hat berdaan! 2023-05-24 11:00:28     AMED - Hat diyarkirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê berpirsiyarê serwîsa lezgîn li zarokê ku girt nexweşxaneyê êrîşa zayendî kiriye. Kiryarê ku hat binçavkirin, serbest hat berdan.    Ahmet Baydagi (41) ê ku li navçeya Bismilê ya Amedê li Nexweşxaneya Dewletê berpirsê Beşa Lezgîn dinêrê li  zarokê ku li beşa lezgîn a nexweşxaneyê hatibû ragirin, êrîşa zayendî kir.    Kiryarê ku êrîşa zayendî li zarok kir, piştî ku xizmên zarok telefon kirin serbest hat berdan. Zarokê ku ji bavê xwe re qala serpêhatiyên xwe kir, di heman rojê de bi malbata xwe re giliyê sûcdar kir.   Îfade hat girtin   Piştî ku malbata zarok serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) li gel psîkolog îfadeya zarokê mexdûr hat girtin.   Kiryar serbest e!   Ahmet Baydagi ku piştî giliyê 19'ê Gulanê roja Înê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî  li emniyetê hat girtin sewkî dadgehê hat kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Hate diyarkirin ku kiryar hêj li ser kar e û ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve çend rojan ji bo wî destûr hatiye dayîn.