Berxwedana Mexmûrê di roja 5’an de dewam dike 2023-05-24 10:35:44       NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê bê navber dewam dike. Iraq di têlkirina derdora wargehê de bi israre, heya niha jî di hevdîtinan de encamek derneketiye.   Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, bi sedan leşkeran ve 5 roj in bi çek û maşîneyên zirxî li dora wargehê rawestiyane.    Berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê a dijî dorpêçê jî bê navber dewam dike. Iraq heya niha jî bi israre ku derdora wargehê têl bike, tevî gelek hevdîtinan jî heya niha ti bersivek erênî nehatiye dayîn.   Sekna penaberan ya dijî dorpêçê duh bişev jî dewam kir û niha jî bi sedan şêniyên wargehê di konên berxwedanê de li ber xwe didin.