Li Mêrdîn û Amedê giştî 10 kes hatin binçavkirin 2023-05-24 09:22:43     MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê herî kêm 9 ciwan û li Amedê jî dayika girtî Nevîn Bat hat binçavkirin.   Hat zanîn ku di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtiye. Li navenda Mêrdînê di serdegirtina malan de piştî lêgerînên ku hatin kirin ciwanên bi navê Bêrîtan Taş, Hîvîdar Taş, Ramazan Kalkan, Hejar Kalkan, Agît Kalkan, Rojhat Altaş, Firat Akar û Azad Aydin hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê ku nehat zanîn, kesên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin.   Her wiha li Kerboranê jî jina bi navê Merve Oguz hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Merve ku nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Kerboranê tê girtin.   Her wiha li Mêrdîn û navçeyên wê bi ser gelek malan de hatiye girtin û hat diyarkirin ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.   Dayika girtî jî hat binçavkirin   Li taxa Yenîşehîr a Amedê jî dayîka girtiyê bi navê Rojhat Bat ê ku Girtîgeha Girtî ya Tîpa T yê de ye, Nevîn Bat jî hat bivçavkirin. Sedema binçavkirina Nevîn ku nayê zanîn, wê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.